Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo Hatîce Onaran ku ji ber şandina pereyan a ji girtiyan ji 10’ê Cotmeha 2024’an ve girtî ye, li pêşiya avahiya komeleyê ya Beyogluyê çalakî li dar xist.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Bila tundiya darazê ya li hemberî parêzvanên mafên mirovan bi dawî bibe" û "Hatîce Onaran ne bi tenê ye" hatin hilgirtin
Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku Hatîce Onaran endama ÎHD’ê ye û bi derfetên xwe alîkariya madî dide girtiyên nexweş.
Hanîfe Yildiz destnîşan kir ku Hatîce Onaran pereyên ku şandiye rasterast razandiye hesabê girtîgehê û wiha got: “Ger Hatîce dema ku wan pereyan şand sûc kir, li vir em hemû jî sûcdar in. Ji ber ku em jî pere dişînin û ev jî dîsa dikeve hesabê girtîgehê, lê ne diyar e dawiya me çi bibe.”
Hanîfe Yildiz bang kir ku girtiyên nexweş demildest werin berdan û diyar kir ku tişta ku Hatîce Onaran kir ne sûc e. Hanîfe Yildiz wiha got: “Ger ev sûc be, em jî îro vê sûcê bikin, heta ku hevala me were berdan.”
Çalakvan piştî daxuyaniyê çûn PTT’ê û ji Hatîce Onaran re pere razandin.