Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 61 kes mirin

Li gorî daxuyaniya rojane ya Wezareya Tenduristiyê ya Xezeyê di êrîşên Îsraîlê yên di nava 24 saetên dawî de herî kêm 61 Filîstînî jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hate ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên di nava 24 saetên dawî de herî kêm 61 Filîstînî jiyana xwe ji dest dane û 397 kes jî birîndar bûne. Cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dane, birin nexweşxaneyên cuda ên li Xezeyê.

Wezaretê di daxuyaniyek cuda a nava rojê de ragihand ku li nêzî navenda belavkirina alîkariyê ya bajarê Han Yunus a başûrê Xezeyê di êrîşa bi balafirên bê mirov û tankên Îsraîlê de herî kêm 50 Filîstînî jiyana xwe ji dest dane.

Di êrîşên ku Îsraîl 7’ê Cotmeha 2023’an de da destpêkirin, hejmara kesên ku li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan gihişt 55 hezar û 493 kesan û 129.320 kes jî birîndar bûn.

Di 18’ê Adarê de di navbera Hamas û Îsraîlê de agibest çêbû. Piştî ku agirbest ji aliyê Îsraîlê ve hate binpêkirin heta niha 5. 194 kes mirin û 17.279 kes jî birîndar bûn.