Li Frankfûrt dagirkerî hate protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Rojava li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiya Kurdistanî û dostên wan tevlî bû li Stasyona Trenê ya Navendê destpê kir û li Haûptwacheyê bi dawî bû.

Di mîtînga li vir hate kirin de Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê FCDKW-KAWA) Emîn Denîz axivî û got: “Kurdistan yek e, yan em ê bi hev re li ber xwe bidin, yan jî em ê sed sal din paş ve biçin.”

Siyastmedarê Kurd Ehemed Şixo jî bal kişand ku tim Kurd hatine qetilkirin û got: “Roja yekîtiyê hatiye. Divê PDK, PKK, Pêşmerge û YPG bibe yek.”

Li ser navê endmên meclîsa şaredariya Fankfûrt a Partiya Çep Pahrl Hahn axivî, diyar kir ku li Rojava sivîl tên qetilkirin. Hahn anî ziman ku tim piştevaniya Kurdan dike.