Li Swêdê çalakiyên bi drûşma “Ji bo Rojava rabe ser piyan” pêk hat

Êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê li bajarên Luzern, Lugano, Bern û Zûrîh hate protestokirin.

LUZERN

Kurdistanî û nûnerên partî û rêxistinên wekî Partiya Sosyalîst (SP), Partiya Keskan, Ciwanên Keskan, Rêxistina Jinên Femînîst ên Swêdê û Aktîvîstên Rêxistinên Ciwanên Alternatîf ên Swêdê li Mûhlerplatzê hatin cem hev û meş û mîtîngek lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê SP’yê Serokê Kantona Luzern Davîd Roth û li ser navê Keskan jî Parlementerê Netewî yê Swêdê Mîchael Tong axivîn. Di axaftinan de bangewazî li dewleta Tirk hate kirin ku dagirkeriya li ser Bakurê Sûriyê û komkujiyan bidawî bike.

Piştî axaftinan nêzî 2000 çalakvan bi pankarta ku li ser hatibû nivîsandin “Ji bo Rojava bikevin tevgerê” dest bi meşê kir.

ZÛRÎH

Li ser bangewaziya saziyên demokratî yên Kurdistnî û Tirkiyeyî û bi pêşengtiya ESU (Yekîtiya Sûruaniyan a Ewropa) li qada Rathausê çalakvan hatin gel hev û heta pêşiya konsolxaneya Tirk meşiyan.

Çalakvanan ku berdevam li dijî komkujiyên sivîl û dagirkeriya ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêkanîne drûşm berz dikirin li pêşiya konsolxaneya Tirk mîtîngek lidar xistin.

Li ser navê ESU, saziyên Êzidî û kilîseya Katolîk axavtin hatin pêşkêşkirin. Her wiha bal hat kêşandin ku armancê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ku bi hezar û yek hincetî li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, şoreşa Rojava ye.

BERN

Li ser bangewaziya rêxistinên alternatîf yên Swêdê bi hezaran xwepêşander li Grosseschanze’yê kom bûn û bi pankarta “Ji bo Rojava dengê xwe bilind bike” dest bi meşê kirin.

Di çarçoveya kampanya ‘Defend Rojava’ aktîvîstan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojava û komkujiyên sivîlan, li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin. Di heman demê de li pêşiya îstasyona navendî ya trenê û parlementoya netewî bi girtina kolanan a ji trafîkê re ku demekî dirêj ajot, çalakiyên bêîtaetiya sivîl hat kirin.

Di çalakiyê de piştî ku bangewaziyên ji bo xwedî derketin li berxwedana rûmetê ya Rojava çalakî bidawî bû.

LUGANO

Li pêşiya Manor ku li navenda bajar e mîtîngek hate kirin.

Di çalakiya ku Partiya Sosyalîst, Partiya Keskan, Rêxistinên Alternatî û Kurdistanî tevlî bibûn de axavtin hatin pêşkêşkirin. Di axavtinan de bal hate kêşandin ser vê yekê ku êrîşên dagirkerî yê dewleta Tirk, komkujî û sûcên kirî divê demildest pêşî lê bê girtin.