Dagirkeriya Tirk li Îtalya û Elmanyayê hate şermezarkirin

Li bajarê Pîstoîa yê herêma Toskana ya Îtalyayê û li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Li bajarê Pîstoîa yê Îtalyayê dostên Kurd ên ji tevgera Partîzan ANPÎ) ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar bikin daketin qadan.

Çalakgeran dagirkeriya dewleta Tirk bi qîrîna dirûşman şermezar kirin. Nêzî 500 Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.

Çalakgeran bang li welatên Ewropayê kirin ku dest ji durûtiya xwe berdin û dest li rewşê werdin.

Çalakgeran destnîşan kirin ku dewleta Tirk li Rojava çekên kîmyewî bi kar aniye û bi vî rengî sûcê şer kiriye.

Di çalakiyê de pankartek ku wêneyê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef jî lê hebû hate hildan.

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin.

Çalakgeran destnîşan kirin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo armancên xwe yên qirêj çekên kîmyewî jî bi kar tîne.

Di mîtîngê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî piştevaniya şoreşgerî" hatin qîrîn.