Hêrsa li dijî dagirkeriyê mezin dibe: Terorîst Erdogan!

Çalakiyên Kurdistanî û dostên wan ên li derveyî welat ên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojavayê Sûriyeyê dewam dike.

Hêrsa li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her diçe mezin û belav dibe. Kurdistanî û dostên wan ên li derveyî welat daketi qadan dagirkerî protesto kirin.

RENNES

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Rennes ê Fransayê daketin qadan li qada Place de Colombîer kom bûn û bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Jinê ya Rojava’ û ‘Qatil Erdogan’ dagirkeriya Tirk protestokirin.

BORDEAÛX

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li qada Place de la Boûrese kom bûn, dagirkeriya Tirk protestokirin. Di çalakiyê de bal hate kişandian ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Rojava. Gelek komên anarşîst û sosyalîst jî destek dan çalakiyê.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi hezaran Kurdistaniyên daketin qadan êrîşên dewleta Tirk protestokirin. Di çalakiyê de li ser navê saziyên sosyalîst, femînîst, akademîsye û sendîkayan axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de dirûşma ‘Terorîst Erdogan’ tim hate qîrkirin.

KRÎSTÎANSAND

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Krîstînsand ê Norweçê hatin ba hev, ji bo piştevaniya bi Rojava re meşiyan. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser bikaraîna çekên kîmyewî ya li Rojava.

ÎNGÎLTERE

Li Îngîltereyê ji aliyê Sendîkaya Karker, komên sosyalîst û Kurdan ve li dijî dagirkeriyê meşek hate lidarxistin. Di meşê de berxwedana Rojava hate silavkirin û dirûşam ‘Qatil Erdogan’ hate qîrkirin.