Jinan li Prîştîne destek dan Rojava

Di pêşengtiya jinan de li paytexta Kosova Prîştîneyê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin, peyamên piştevaniya bi Rojava re hate dayîn.

Jinan li paytexta Kosova Prîştîne li qada Skanderbet bi dirûşma #RiseUp4Rojava dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Di xwepêşandan ji aliyê Tora Jinan a Kosova (Rjetî î grave te Kosoves) ve hate organîzekirin, dagirkeriya Tirk hate şermearkirin.

Jinan di xwepêşandanê de bal kişand ser qetlîamên dewleta tirk a li herêmê û got: “Em li gel gelê Kurd in, piştevaniya wan dikin.” Jinan banga bi lezgîn a dawîkirina êrîşên dewleta Tirk da.