Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî ku li benda veşatina cenazeyê kurê xwe yê şehîd bû, li navçeya Artuklu ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.

Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî (80) ku li Taxa Stasyonê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê jiyan dikir, jiyana xwe ji dest da.

Hamdiye Şîmdî ku demeke dirêj e tedawî didît û di rojên derbasbûyî de rewşa wê xirab bû û ew rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Kurê Hamdiye Şîmdî, Cuma (Necatî Şîmdî) di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser koma gerîla ku di Tebaxa 1999’an de li ser banga Rêber Apo vedikişiyan, li qada Çiyayê Bizina a Gabarê şehîd bû.

Cenazeyê Cuma hê jî radestî malbatê nehatiye kirin, dayika Hamdiye bi salan in benda agahiyê têkildarî bûyerê bû.