Li Romayê terora dewleta Tirk hate protestokirin

Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye bi tevlêbûna Kurd û Îtalyanan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.

Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye bi tevlêbûna Kurd û Îtalyanan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Gelek ronakbîr, endamên saziyên civakî yên sivîl û antîfaşîstan piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin. Pêşengê anarşîst Padgvale Valîtûttî di çalakiyê de axivî û got ku “Vî şerê li dijî Rojava, operasyona li ser me hemûyan e, em ê tu carî vî tiştî qebûl nekin.”