Demîrtaş pêşniyara ‘civîna xebatê’ ji Meclîsê re kir

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku nêzîkî 9 sal in li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye têkildarî geşedanên dawî daxuyanî da.

Demîrtaş bi sernavê "Dem dema wêrekiyê ye, ne dema dijminatiyê ye" peyam weşand. Di peyamê de ji krîzên li Rojhilata Navîn heta bangên ji bo aştî û edaletê ya siyaseta Tirkiyeyê, gelek mijar nirxand.

Demîrtaş têkildarî aloziya navbera Îran-Îsraîlê rexne li rejîma zordar a li Îranê kir û anî ziman ku tevî vê jî ti destwerdana emperyalîst nikare were rewakirin. Demîrtaş destnîşan kir ku divê krîz bi rêya danûstandinan werin çareserkirin û got ku emperyalîzm "ne serketin e, wêranî ye."

Demîrtaş li ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û biryara fesixkirina PKK’ê jî rawestiya û anî ziman ku ji bo pêvajoya çekdanînê bi hevsengî û bi lez bi dawî bibe divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere. 

Demîrtaş li ser girtina siyasetmedar û zexta darazê ev tişt anî ziman: “Divê şaredarên hilbijartî negirtî bên darizandin, dawî zexta darazê ya li ser siyasetê were û Tirkiye bibe xwedî pergalek hiqûqî ya dadwerî û pêbawer."

Demîrtaş li hemberî pêngavên siyasî yên "maceraperest û wê karestê bînin" hişyarî da û banga berxwedana ji bo civaka azad, laîk û wekhev kir.

Demîrtaş pêşniyar kir ku ji bo aştiya navxweyî misoger bikin û di siyaseta derve de helwestek hevpar diyar bikin divê hemû serokên partiyan li ser vexwendina serokkomar li Meclîsê bicivin û got: "Bi pêşdîtina ku wê agirê Rojhilata Navîn di demeke kon de venemire, ji bo diyarkirina xeta polîtîkaya hevpar a navxweyî û derve divê polîtîkayên demkurt, navîn û dirêj bên pêşxistin û her koma siyasî bi dilrehetî vê yekê biparêze. Divê di demeke kurt de hemû serokên partiyên siyasî yên li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê bi vexwendina serokkomar civîna xebatê li dar bixin."

Demîrtaş wiha dawî li peyama xwe anî:

"Xetereya mezin ew e ku li ser navê yekîtî û wekheviyê rêbazên dijdemokratîk vê yekê paqij bikin. Ew Tirkiyeyek e ku bi mezlûmî ava bûye, Tirkiyeyek e ku bi dadwerî ava bûye, Tirkiyeyek e ku di aştiyê de geş bûye û ji bo vê yekê divê gotinek me hebe, wêrekiya ku em nîşan bidin hebe û îradeya hevgirtinê hebe. Ev bahoz bê guman rojekê wê kêm bibe û em, wekî gelên kevnar ên van axan li vir bin, em ê bi hev re, bi azad û wekhev bijîn."