Li Hamburg, Kassel û Gîessenê bi deh hezaran li qada bûn

Kurdistanî û dostên wê ku li bajarên Hamburg, Kassel û Gîessen a Elmanyayê daketibûn qadan, êrîşên dagirkerî û qirkerê dewleta Tirk protesto kirin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg a Elmanyayê, êrîşên dagirkerî yê dewleta Tirk bi meşekî ku bi tevlîbûna deh hezaran kesî pêk hat re hate protestokirin. Meşa ku li semta Sternschanze destpê kir hetaî pêşiya Meclîsa Eyaleta Hamburgê dom kir. Rêveberên Partiya Çep, SPD û parlementerên Partiya Keskan, Kurd, Elmanî û Sûryanî, her wiha gelek aktîvîstên ji gelên cuda tevlê meşê bibûn û êrîşên dewleta Tirk bi awayekî tund hate şermezarkirin.

KASSEL

Kurdistaniyên ku li bajarê Kassel a Elmanyayê û hawîrdora vê de dijîn û dostên wê bi mebesta protestokirina dewleta dagirkerê Tirk îro jî li meydanan bûn. Meşa protestoyî ku ji aliyê baskên ciwanan yê Partiya Çepê (Die Linke) organîze kiribû li Scheidemannplatzê destpê kir. Di meşa ku bêtirî du hezar kes tevlî bibû de sazî û rêxistinên MLPD, Ciwanên Karker ê Elmanî yê Sosyalîst (SDAJ), Antîfa Kassel, Bazên Ciwanan ên Sosyalîst (SJD-Die Falken), Baskên Ciwanan ên Partiya Keskan (Grûne Jugend), Baskê Ciwanên SPD’yê, (Jusos), DIDIF, Gruba Alternatîf yê Sosyalîst (SAV) û Foruma Aşitiyê (Fridensforum) piştgirî dan.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessen a Elmanyayê û hawîrdora vê Kurdistanî û dostên wê komkujiya ku dewleta Tirk bi çekên kîmyevî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêkanîbû şermezar kirin. Girseyekî qerebalix ku li meydana Berlîner Platzê kom bibûn diruşmên wekî “kujerê zarokan Erdogan”, “Rojava”, “Elmanya fînanse dike, Tirk dikuje”, “Komkujiya li Rojava ragire” û “Pişteveniya Enternasyonal mezin bike” hatin berzkirin. Xwepêşandan heta saetên êwarê dom kir.