Bi hezaran kesî dagirkerî protesto kirin

Li paytexta Danîmarka Kopenhag û paytexta Yewnanista Atînayê bi hezaran kesên daketin qadan dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesot kirin.

KOPENHAG

Li ser banga Meclîsa Jinan a Sêvê û koma Rojava Allîancen Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan dagirkeriya Tirk protestokirin. Di belavoka li ser navê herdu saziyan hate xwendin de banga ketina tevgerê ya lezîn hate kirin.

ATÎNA

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Yewnanista Atînayê li ser banga Navenda Çanda Kurdistan û Tevgera Ciwanên Şoreşger daketin qadan dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Di meşê de li gel Kurdistaniyan rêxistinên şoreşger ên Tirk dîsa partiyên siyasî yên Yewnan û komên anarşîst jî cihên xwe girtin.

Piştî meşê li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê mîtîngek hate kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku tevî agirbesê êrîş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin û dixwazin gel qir bikin.