Li Viyana û Grazê bi hezaran kes daketin qadan

Li paytexta Ewûtûrya Viyana û Graz êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyeke girseyî hate protestokirin.

Li paytexta Ewûstûrya Viyana û Grez weke gelek navendên din Kurdistanî daketin qadan û dagirkeriya Tirk bi çalakiyên girseyî protesto kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin: “Artêşa Tirk li Rojava paqijiya etnîkî dike û qetlîaman pêk tîne. Di 11 rojan de bê ku jin, zarok û sivîl bên cudakirin bi bombe û çekên kîmyewî gelê Kurd hate bombekirin.”

Her wiha bang li hikûmetê hate kirin ku bi lezgîn dawî li bazirganiya xwe ya çekan a li gel Tirkiyeyê bîne. Dîsa ji ber sûcê şer û bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê komîsyonekê ava bike û ji bo belgekirina sûcê şer.

GRAZ

Gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl cihê xwe di çalakiyê de girtin. Di meşê de banga xwedîderketinê li berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî dewleta Tirk tê kirin derketin.

Di saetên şevê de jî li Sclossbergê pankart hatin hildan û bi meşaleyan meşek hate kirin û dagirkerî hate şermezarkirin.