Trump gef li Îranê xwar: Divê bê şert teslîm bibe

Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku ew dizanin lîderê olî yê Îranê Hamaney li ku derê ye, lê ew ê wî niha nekujin û xwest ku Îran bêyî şert teslîm bibe.

Serokê DYE'yê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku DYE’yê dizane ku lîderê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney xwe li ku derê vedişêre û got ku ew naxwaze niha were kuştin.

Trump bi zêdebûna pevçûnên ku 5 roj in dewam dike re li ser dora medyaya dijîtal Truth Social parvekirinek kir û xwest ku Îranê bêyî şert teslîm bibe.

Trump wiha got, “Ez dizanin ku qaşo lîderê mezin, li ku derê xwe vedişere. Armancekî hêsan e, lê li wê derê di ewlehiyê de ye. Em ê wî ji holê nerakin (nekujin), herî kêm ji bo niha. Lê em naxwazin ku fuze li sivîlan an jî li leşkerên Emerîkayê re bêne avêtin. Sebra me namîne.”

Trump beşdarbûna xwe ya ji bo lûtkeya navneteweyî di nîvî de hişt û ji bo ku bi koma ewlehiya neteweyî re hevdîtinên lezgîn bike vegeriya Washingtonê.