Li Freîbûrg û Stûttgarê êrîşên dagirker hatin protestokirin
Li bajarên Freîbûrg û Stûttgartê yê Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin.
Li bajarên Freîbûrg û Stûttgartê yê Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi hezaran kesan ji bo dagirkeriya li ser Rojava protesto bikin daketin qadan. Bi hezaran kes li Qada Alte Synagogeyê hatin ba hev û dest bi meşê kirin.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê jî bi tevlêbûna saziyên wekî ie Linke, DİDİF, Friedensnetz, DFG-VK, DGB, Frienbündnis, Fridenstreff, Informationsstelle Militarisierung, VVN-Bund der Antifafaschistinnen, MLPD, DKP, Stuttgart 21’ê meşê dest pê kir.
Di meşê de hate diyarkirin ku bila qedexeya li ser PKK’ê were rakirin û dagirkeriya li ser Rojava were bidawîkirin.
Di meşê de sloganên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Bijî YPG û YPJê’ hate berzkirin.