Bi meşekê li Kolnê piştevaniya Rojava hate kirin

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meşeke heybet piştevaniya berxwedana Rojava hate kirin.

Meşa li Kolnê ji aliyê kampanyaya ‘Li Dijî Rastgiriyê Koln’ (Koln Geeng Rechts) ve hate organîzekirin. Di meşê de zêdetirî 300 akademîsyenên tên naskirin, femînîst, parlementer, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û saziyên Kurdî bang kirin. 31 parlementerên Kolnê metna bangê îmze kirinû tevlî meşê bûn.

Meş ji du baskan ve destpê kir. Baskê yekem ji qada Ebertplatz û baskê duyem jî ji qada Chlodwîgplatzê destpê kir. Meşa zêdetirî 30 hezar kes tevlî bû, parlemenerên CDÛ, SPD, Keskan û Partiya Çep li gel pêkhateyên xwedî bawerî û îdeolojiyên cuda tevlî meşê bûn.

Di meşê de komên naskirî yên mîna Hambacher Forst û Frîdays For Fûtûre Koln jî tevlî meşê bûn.

Meşa ku Hevseroka KCDK-E Yuksel Koç destek kir, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Xerîb Heso axivî. Piştre her du baskên meşê li qada Frîesenplatz a navenda bajar gihiştin hev.Li vir li ser navê parlementer û nûnerên civaka sivîl axaftin hatin kirin.

Di nava kesên axivîn de Parlementera Federal a CDÛ Gîsela MAnderla jî hebû. Qisekeran hemû êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk şermezar kirin, anîn ziman ku dewleta Tirk sûcê kiriye, dixwaze DAÎŞ’ê li cîhanê bide pejirandin.Parlementera HRW’ê Bêrîvan Aymaz jî ragihand ku ji ber dagirkeriya Tirk ji sed hezaran zêdetir Rojavayî koçber bûn, sivîl hatine qetilkirin.