Li balafirgeha Kopenhag çalakiyek hate kirin
Li balafirgeha Kopenhag a paytexta Danîmarka Kopenhagê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Li balafirgeha Kopenhag a paytexta Danîmarka Kopenhagê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Li balafirgeha Kopenhag sê rêyên têketina kontorla pasaportan a THY’ê hate girtin û ketina rêwiyan hate astengkirin.
Di çalakiyê de kargeha THY’ê, dewleta Tirk û Erdogan şermezar kirin û dirûşmên ‘Kujerê zarokan Erdogan’, ‘Faşîst, dîktator Erdogan’ û ‘Dagirkeriya Rojava niha rawestînin’ hatin qîrkirin.
Her wiha daxwaz hate kirin ku Tirkiyeyê boykot bikin.