Bi hezaran kes li dijî dagirkeriya Tirk li qadan bûn
Bi hezaran kesên li gelek bajarên Ewropayê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê daketin qadan, êrîşên qirker û dagirker protestokirin.
Bi hezaran kesên li gelek bajarên Ewropayê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê daketin qadan, êrîşên qirker û dagirker protestokirin.
Li bajarê Saarbrucken û Kîel ên Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda proetesto kirin. Di çalakiyan de hate bibîrxistin ku divê cîhan û welatên Ewropa hemû qetlîamên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd bîbîne.
SAARBRUCKEN
KÎEL
EWÛSTÛRYA
Li bajarê Înnsbrûck a paytexta eyaleta Tîrol a Ewûstûryayê bi meşekê dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Meşa ji pêşiya Parlementoya Înnsbrûckê destpê kir, heta pêşiya parlementoyê dom kir. Di axaftinên hate kirin de hate gotin ku Ewropa li dijî dagirkeriyê ne cidî û DYE jî durû ye.
NORWEC
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên Norwec ên li bajarê Trondheîm a peravê Norwecê hatin ba hev bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.