Li Qibris, Fînlandiya û Fransayê dagirkerî protestokirin

Li pafos a Qibris, paytexta Fînlandiya Helsînkî û La Rochlle ya Fransayê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava bi çalakiyên cuda hate protestokirin.

QIBRIS

Li bajarê Pafos (Baf) ê Qibrisê bi meşekê ya ji navenda bajar heta qada Marînayê êrîşên qirker û dagirker ên dewlata Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

FÎNLANDIYA

Bi sedan Kurdistaniyên li paytexta Fînlandiya Helsînkî hatin ba hev bi meekê dagirkerî protesto kirin. Polîsan xwestin meşê asteng bike li ser vê alozî derket û 5 kes birîndar bûn. Li pêşiya Parlementoya Fînlandiyayê mîtîngek hate kirin.

FRANSA

Li bajarê La Rochlle a Rojavayê Fransa Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û dagirkeriya Tirk protestokirin. Di peyamên çalakiyê de hate kirin ev hate gotin: “Cîhan deyndarê Kurdane. Dawî li lîstika qirêj a li Rojava tê kirin bînin.”