Gelan li Cenevreyê bang kirin: Li dijî dagirkeriyê têbikoşin

Gelên cihê li Cenevreyê meşiyan û nerazîbûnên tund nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê li dijî êrîşên dewleta Tirk dadikevin qadan.

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê jî li hemberî êrîşan mîtîngek û meşek hate lidarxistin. Meş li navenda bajêr dest pê kir û heta ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî domiya.

Di meş û mîtîngê de nûnerên Kolektîfa Greva Jinan, Yekîtiya Çepgir û Partiya Sosyalîst axaftin hate kirin. Di axaftinan hate xwestin ku bila dagirkeriya Tirkiyeyê were sekinandin û Rojava were parastin

Piştî meşê li pêşiya ofîsa NY a li Cenevreyê ji bo balkişandina qetlîamên sivîl ên dewleta Tirk a dagirker şanoyek hate pêşkêşkirin.