Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Kurdistanî li Fransayê li dijî dagirkeriyê li qadan bûn

Li bajarê Marsîlya, Mûlhoûse û Lyon ên Fransayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Bi sedan Kurdsitanî û dostên wan li dijî dagirkeriya Tirk û qetlîamên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê li qadan bûn.

Li bajarê Marsîlya, Mûlhoûse û Lyon ên Fransayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Di çalakiyan de banga korîdorekî mirovî kir ku sivîlên birîndar ên li Serêkaniyê bên derxistin hate kirin.

Dîsa hate gotin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê çekên kîmyewî bikar aniye û sûcê şer kiriye. Li ser vê banga darezandina hemû rêveberên dewleta Tirk hate kirin.