Li Stockholmê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li Parka Humlegardenê hatin ba hev û ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê meşek û mîtîngek li dar xistin.

Bi banga nêzî 20 partiyên Kurdistanî girse li hev kom bû. Parlementerê Partiya Karkeran a Demokratên Sosyal Thomas Hammaberg di çalakiyê de axivî û diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li dijî zagon û peymannameyên navneteweyî ye.

PARTIYA ÇEP: DIVÊ ARTÊŞA TIRK JI ROJAVA DERKEVE

Serokê Partiya Çep Jonas Sjostedt diyar kir ku divê dewleta Tirk ji Rojava derkeve. Sjostedt bal kişand ser vî tiştî ku dagirkeriya dewleta Tirk a li ser rojava sûcekî li dijî peymanên navneteweyî ye.