Dagirkerî tê protestokirin, Berxwedan Rûmetê tê silavkirin

Çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Di çalakiyan de dagirkerî tê protestokirin û Berxwedana Rûmetê tê silavkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên derveyî welat daketina qadan û dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Gel ê Berxwedana Rûmetê silav kirin, peyam heta dagirkerî bi dawî bibin wê xwedî li berxwedanê derbikevin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan ên Fransî bi meşekê dagirkeriya Tirk protestokirin.

MELBOURNE

Kurdistanî û derdorparêzên demokratîk li bajarê Melboûrne yê Ewûtralyayê li pêşiya Pirtûkxaneya Eyaletê hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk a dagirker protestokirin

Nûnerên sendîka, komeleyên mafê mirovan ên cuda cuda, parêzvanên mafê mirovan, demokratên Tirkiyeyî jî tevlî meşa li Qada Federasyonê destpê kir bûn.

Nûner Konseya Sendîkaya Ewûstralyayê Clare Mîddlemas li vir axivî û peyama ‘Divê li gel hev bin.” da.

Dayika şervanê Ewûstralyayî Reece Hardîng ê li nava refên YPG’ê de şehîd bûbû Mîchelle Hardîng jî tevlî çalakiyê bû û axivî. HArdîng got: “Dema ez çûbûm Sûriyeyê min terorîstên ku şer dikir nedîtin. Tenê kesên xwe diparastin û weke min bû û di erka xweparastinê de bûn û xwe diparastin.

Li ser navê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk Mahmût Karaman jî axivî û banga destekê ji hikûmeta Ewûstralya kir.

Parlementerê Partiya Karker Peter Khalîl jî got: “Divê em jî weke Kurdan li ber xwe bidin û bi biryar bin.”

PERTH

Li bajarê Perth a Ewûstralyayê jî dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Çalakvanan peyama ‘Heta dagirkerî bi dawî nebe, em ê li qadan bin.” dan.