Li Berlînê bi deh hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan

Li Berlînê bi deh hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan û dewleta Tirk protesto kirin.

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan dewleta Tirk protesto kirin. Bi deh hezaran kes li Qada Potsdamer Platzê hatin ba hev.

Fermandara QSD’ê û Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah bi rêya telefonî tevlî çalakiyê bû û got ku “Şervan û gel, şerê hebûn û tunebûnê dikin. Dewleta Tirk a dagirker 11 roj berê bi hemû hêza xwe êrîş kir. Gel û şervanê me bi qehremanî li ber xwe didin. QSD li ber xwe dide û ew ê li ber xwe bide. Em ê tu carî îxanetê li gel, dost û mirovayetiyê nekin. Wê Erdogan negihêje armanca xwe.”

Martîna Mîcels a ji Parlementoya Ewropayê got ku “Em van êrîşan qebûl nakin. Ji bo Rojava sê şertên me hene. Divê em ji şer re bibêjin êdî bes e, çekan nefiroşin Erdogan û statuya Rojava were qebûlkirin.”

Parlementerê Dîe Lînkeyê Hakan Taş jî got ku “Em ê nîşanî wan bidin ku Rojava ne bi tenê ye.”

Meş wê ji Qada Potsdamer Platzê heta Qada Brandenbûrgera Torê bidome.