Bi hezaran kes li ParîSê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.
Li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.
Bi deh hezaran kes tevlî meşa bi pêşengtiya Platforma Parastina Rojava ya Fransa bûn.
Di çalakiyê de Parlementerê Tevgera Serînatewîne ya Fransa Clamentîn Aûtaîn, Senetora Keskan Estere Benbessû, Parlemetera Partiya Çep Erîc Coqûerel, endamê Meclîsa Şaredariya Parîs Danîelle Sîmonnet, Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) Loqman Kanar axivî.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku ew li gel doza bi maf a gelê Kurd e û got: “Heta dagirkeriya Tirk ji Rojava denekeve em ê çalakiyên xwe mezin û berfireh bikin. Divê gelê me yê Ewropa çalakiyan hê zêdetir bikin, wisa bikin ku welatên Ewropayê li dijî dagirkeriyê bikevin tevgerê.