Li Kocaelî ji faşîstan êrîş û gef
Ciwanên ji bo şermezarkirina êrîşa faşîst a piştî pîrozbahiya Newrozê pêk hat daxuyaniyê dan, ji aliyê heman komê ve hatin tehdîtkirin.
Ciwanên ji bo şermezarkirina êrîşa faşîst a piştî pîrozbahiya Newrozê pêk hat daxuyaniyê dan, ji aliyê heman komê ve hatin tehdîtkirin.
Hêzên Ked û Demokrasiyê, êrîşa faşîst a piştî Newroza Kocaelî li Parka Mafê Mirovan a Îzmîtê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî faşîzmê mil bi mil” hat vekirin û dirûşma, “Bijî biratiya gelan” hat gotin. Di daxuyaniyê de li hember êrîşan banga têkoşîna bi hev re hat kirin.
Ciwanên piştî daxuyaniyê ber bi Cadeya Fethiye ve meşiyan ji aliyê heman kesan ve rastî êrîşê hatin.
Koma faşîst a pêşiya ciwanan girt bi gotina, “Eger hûn giliyê me bikin em ê we bikujin” ciwan tehdît kirin.