Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken ê di Newroza Enqereyê de axivî têkîldarî nirxandinên Serokkomar Erdogan anî ziman ku zerarê dide pêvajoya çareseriyê û dibe ku berê xwe dabe tifaqên nepen.
MANÎSA
Li Manîsayê bi hezaran welatî li Qada Horoz Koy Pazaryerî Çemlikê ya navçeya Yunus Emre hatin cem hev û Newoz pîroz kirin. Li qadê pankartên "Réber Apo're azadi" û "Bijî piştevaniya enternasyonalîst, şehîdên Kobanê nemir in" hate daliqandin. Welatî bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn. Parlementerê HDP'ê Hasîp Kaplan, HDP, DBP û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Piştre Parlamenterê HDP'ê Hasîp Kaplan axivî û bertek nîşanî derxistina madenê ya li Çiyayê Çal a navçeya Turgutluyê da û wiha got: "Êşa kesên di kanayên komurê yên Şirnexê de jiyana xwe ji dest didin mezin be êşa 301 madenvanên li Somayê jiyana xwe ji dest da jî ewqas mezin e." Kaplan anî ziman ku ew ê hesabê darên zeytunê yên li Yircayê hatin qetilkirin bipirsin û wiha axivî: "Darên zeytunê yên li Yircayê hatin qetilkirin sîmgeya aştiyê ne. Darên zeytunê pîroz in. Yên darên zeytunê birîn ti ferqa wan ji DAIŞ'ê tineye."
AYDIN
Li Aydinê jî li ber Salona Şanoyê ya Şukran Gungor bi hezaran kes hatin cem hev bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Arîn Mîrkan û pankrata "Şoreşa Kobanê bi Agirê Newrozê mezin dibe" ber bi qada Newrozê ya li taxa Osmangazî ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Be serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin berzkirin. Piştî kontrolê welatî ketin qadê û dest bi pîrozbahiyê kirin. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankrata "Edi bese ji Reber Apo re azadî" hate daliqandin.
Piştî axaftina vekirinê Parlementerê HDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu axivî û wiha got: "Amade bin em ê di 7'ê Hezîranê de serê Deheqan bitepisînin. Newroz ziman, azadî, aştî, wekhevî û serhildan e."
Piştî axaftinê Zenderlîoglu û rêveberên HDP'ê agirê Newrozê hil kirin û pişt re peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin.
Pişt re Koma Vardiye û Sîpan Xelat derketin ser dikê û konser dan.
ENQERE
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken ê di Newroza Enqereyê de axivî têkîldarî nirxandinên Serokkomar Erdogan anî ziman ku zirarê dide pêvajoya çareseriyê û dibe ku berê xwe dabe tifaqên nepen. Baluken got, “Dibe ku Erdogan evqas bêhna azadî û demokrasiyê hîs kir j iber vê yekê berê xwe dabe tifaqên cuda. Hevokên wan jî gelekî dişibin hev. Di wê qesrê de tifaq kiriye nekiriye em nizanin. Em ji îhtîmala duyemîn bawerin. Anketên ku diçin li ser maseya Erdogan wî ditirsîne û dixa panîkê. Bila ew anketên ku diçin ber wî bila bi gelê me ve parve bike.”
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken tevli Newroza Enqereyê bû têkîldarî pêvajoyê bal kişand li ser xalên girîng. Baluken pemaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku duh di Newroza Amedê de hate xwendin bi bîr xist û wiha got: “Piştî peyama duh hate xwendin zêde axaftin pêwîst nake. Em ê li dijî kapîtalîstên emperyalîst wekî gelên herêmê bên cem ehv. DAIŞ wekî maşeya dewletên emperyalîst û kapîtalîst hate pêşkêşkirin. Di serî de jî AKP û dewletê TC’ê bi aweyeke aşkera hişyar dike. Banga ku ne piştgiriya DAIŞ’ê banga bem bihevre rûpeleke nû vekin tê kirin. Ji bo ku têkoşîna çekdarî ya 40 salan bi dawî bibe Ocalan dibêje PKK ji bo komkirina kongreyê amade ye. Ji bo ku kongre bicive jî divê di 10 madeyan de lehevkirin hebe.”
Baluken destnîşan kir ku 10 madeyên ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Ocalan ve hate diyarkirin tenê ji aliyê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokomar Tayyîp Erodgan ve nayê fêmkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokomar Erdogan! Te li Amedê nedigot çi yê kurdan kêm e. Çima niha li qadan tu hat îli ser xeta MHP’ê. Heke li qadan te berê bigotan ‘pirsgirêka kurd tineye’ wê demê şiqama ku tê di 7’ê Hezîranê de bigirî berê bixwara.”
Baluken di axaftina xwe têkîldarî heyeta şopandinê gotinên ku Erdogan kir jî anî ziman ku ew pêwîst nabînin bersivê jî bidin. Baluken bilêv kir ku berdevkê hikûmetê Bulent Arinç Erdogan diderewîne û nirxandina “Wezîrê wî derket û got serokomar rast naxive, fikrên xwe yên şexsî dibêje. Erdogan jî gote wetî hikûmet peywireke wisa li pêşiya me nîne. Niha em ê ji kîjanî bawer bikin em jî nizanin. Gelên Tirkiyeyê gelo dê gotinên Serokomar esas bigirin an gotinên hikûmetê esas bigirin. Divê di demeke kin de vê yekê zelal bikin.”
Baluken da zanîn ku di pêvajoya çareseriyê de ji dest pêkê heta niha hikûmeta AKP’ê xwestiye cudatiyê bixe nava kurdan lêb i ser neketiye û ev tişt anî ziman: “Hemû rojnameyên wan, saziyên çapemeniyê di pêvajoyê de xwestin HDP’ê cuda, Qendîlê cuda, Îmraliyê cuda nîşan bidin. Me jî ji roja yekem heta niha got ku di nevbera me de cudatî nîne. Hûn nikarin ji wan encameke derxînin. Niha em dibînin ku Arinç cuda, Davutoglu cuda, Erdogan cuda diaxive. Xwestin me parçe bikin lê di nava xwe de hatin ber parçebûnê. Tekane sedame vê yekê ew e ku gelê me bizanebûn ji bo aştî û azadiyê tîk disekine.”
Baluken têkîldarî gotinên Erdogan ên ku 10 madeyan qebûl nake jî ev tişt anî ziman: “Dibêje ‘ez daxuyaniya wan nas nakim’ Em dixwazin bibêjin ku ev hevok çareseriyê nayne. Hevokên ku bi vî rengî ti saz dikî xizmetê ji çareseriya ku nêzî fînalê bûye nake. Divê ti van zanibî. Evqas pêşketin çêbûye, evqas nêzîkî azadî û demokrasiyê bûne mirov wisa naxive. Divê ti hevpeyvîna ku duh dayî hemû tekzîp bikî. Dibêje me dersa bijarte daye êd îçi dixwazin. Em van hevokan ji berê ve nas dikin. Ev gotinên te berê vê bavaxayê te Kenan Evren ji heta niha jixwe tên bikaranîn. Dayîna perwerdehiya zimanê dayikê ne lutfekî te ye. Qasî şîrê dayikê xwezayî ye mafekê herî bi qîmet e. Ji bo dayîna vê yekê em ê li te nenêrin, em ê li gelê xwe binêrin.”
Baluken got ku bi pêvajoya çareseriyê ku hatiye asteke girîng dibe ku berê xwe dabe tifaqên cuda û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ Hûn li gotinên Erdogan ên bi vî rengî nenêrin. Dibe ku Erdogan evqas bêhna azadî û demokrasiyê hîs kir j iber vê yekê berê xwe dabe tifaqên cuda. Hevokên wan jî gelekî dişibin hev. Di wê qesrê de tifaq kiriye nekiriye em nizanin. Em ji îhtîmala duyemîn bawerin. Anketên ku diçin li ser maseya Erdogan wî ditirsîne û dixa panîkê. Bila ew anketên ku diçin ber wî bila bi gelê me ve parve bike. Anket nîşan didin ku AKP her diçe dikeve. Nîşan dide ku HDP bi awayeke lez ber bi ji sedî 15’an ve diçe. Tişta ku Erdogan ditirsîne jî ev e. Di qesrê de dixwaze xewna 400 parlamenteran bibîne lê kabosa 100 parlamenterên demokrat dîtiye. Ew ê ti caran piraniya ku li vî welatî bi tena serê xwe bibe îxtidar nebîne. Gelê me ji bo ku bersivê bide van hevokan amedekariyê dike. 7’ê hezîranê ji bo pêşeroja welatê me, ji bo pêşeroja qesrên sultanan girîng e. Sekna heta ku hebe em ê wekî hemû gelan îxtidarê bi we re ava bikin.”
KONYA
Li Konyayê Newroza herî bi coş a salên dawî hate lidarxistin. Bi hezaran welatî serê sibehê li Sali Pazari ya Konyayê kom bûn. Li vir dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berz kirin. Li qadê pankarta “Agirê Newrozê ya li Kobanê pêket Rojhilata Navîn azad dike” hate daliqandin. Alake mezin a kesk û sor û zer li qadê tê gerandin. Ji 7 salî heta 70 salî gel beşdarî pîrozbahiyê bûn û bi taybetî jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî beşdar bûne balê dikêşin. Li qadê bi muzîkê govend tê gerandin. Parlamenterê HDP’ê Altan Tan, rêveberên HDP’ê, hunermend Pinar Aydinlar jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku duh li Newroza Amedê de bi milyonan re hate parvekirin hate xwendin. Piştî ku name bi dawî bû dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Bê Serok jiyan nabe” hate bersivandin. Piştre rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan derketin ser dikê û Newroza gel pîroz kirin. Parlamenterê HDP’ê Altan Tan jî axaftinek kir û ewil Newroza gel pîroz kir. Altan got ku wî silavên gelê Amedê ji Konyayê re aniye. Tan destnîşan kir ku Konya ciheke girîng e û li vir tirk û kurd bi hevre dijîn û bi sedan salan in li Konyaya ku kurd û tirk bihevre dijîn de îro şunde jî bi hever bijîn û jiyana xwe bidomînin. Tan anî ziman ku bisal ew wekî “cudakar” bi del dane naskirin û wiha berdewam kir: “Em ê li dijî kesên ku j ime re dibêjin cudakar in nîşan bidin ku gel dê çawa bihevre bijîn, ji bo Tirkiyeyeke bi vî rengê têbikoşin.” Piştî axaftina Tan bi gel re agirê Newrozê pêxist. Ciwanên ku dora agir kom bûn jî govend gerandin û li ser agir banzdan.
Newroz bi stranên Pnar Aydinlar û hunermendên herêmî û bi govendê bi dawî bû.
ESKÎŞEHÎR
Li Eskîşehîrê bi hezaran kes li Odun Pazari ya taxa Buyukdereyê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Li Qadê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên YPG û MLKP’ê yên li Kobanê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Pankarta li ser “Bijî Newroz, çareseriya demokratîk, ji Ocalan re azadî” “Agirê Mazluman dê Dehaqan bişewitîne” li qadê hatin daliqandin. Her wiha dirûşmên “Bijî Serok Apo” tên berzkirin. Walityên ji malên xwe xwarinên çêkirine anîn qadê jî dîmenên balkêş derxistin holê. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Adil Zozanî Hevserokê HDP’ê yê Eskîşehîrê Ahmet Ulu Çelebî, Serokê EMEP’ê yê Eskîşehîrê Huseyîn Oge axivin û Newroza gel pîroz kirin. Serokê EMEP’ê Oge di axaftina xwe de got ku Newroz sembola şoreşa Kobanê, biratiya karkeran û jiyana nû ye û ev agir dê ji bo wekhevî, azadî û şoreşê pêkeve.
Parlamenter Zozanî jî di axaftina xwe de bal kişand li ser newroza Amedê ya duh û diyar kir ku peyama kul i wir hate dayîn aştî û demokrasî bû. Zozanî destnîşan kir ku Newroza 2015’an rûpoşa hemû sextekaran daxistine û wiha berdewam kir: “Rûpoşa hemû sextekaran ket. Em wekî gel tên cem hev û aştiya xwe îlan dikin.” Zozanî bal kişand li ser hilibjartinên 7’ê Hezîranê jî xwest hemû kes dengên xwe bidin HDP’ê.
Piştî axaftinan bi hezaran welatiyan bi hevre agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend hate gerandin. Bi stranên Koma Muzîkê ya EDODER a ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve hatiye damezirandin û yên Koma Adar ve coşa Newrozê derket asta herî jor û bi govendan pîrozbahî bi dawî bû.
KAYSERÎ
Li Kayseriyê ji bo pîrozbahiya Newrozê welatî serê sibehê li Odun Pazari kom bûn. Li qadê pankarta li ser “Şehîdên Kobanê bêmirin in” “Quştina Ozgecanan bêwijdanî ye” hatin vekirin. Li qadê pankartên li ser posterên Sakîne Cansiz, Leyla Şaymez û Fîdan Dogan ên li Parîsê hatin qetilkirin, posterê Îbrahîm Kaypakkaya û Denîz Gezmîş hatin daliqandin. Her wiha dowîzên li ser “Şehîdên Geziyê bêmirin in” jî li qadê hatin hilgirtin.
Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê destpê kir û agirê Newrozê hate pêxistin. Piştre di pîrozbahiyê de Endamê PM a HDP’ê Selman Kaya axivî û Newroza gel pîroz kir. Kaya di axaftina xwe de bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin û diyar kir ku nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsand û di Newroza Amedê de duh hate xwendin ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelekî girîng e. Pîrozbahiya Kayseriyê ji ber hewaya sar û barîna berfê zû bi dawî bû.
ÇORUM
Gelek welatiyên ku serê sibehê li ber avahiya HDP’ê ya Çorumê kom bûn. Girse piştre ji ver ber bi Sali Pazariyê ve dest bi meşê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta “Agirê Newrozê dê her derê ronî bike” hate vekirin. Welatiyên ku piştî meşê gihîştin qada pîrozbahiyê bi govendan dest bi pîrozbahiyê kirin.
Beriya ku pîrozbahî destpê bike ji bo kesên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Piştre nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandibû û duh di Newroza Amedê de hate xwendin hate parvekirin. Welatiyan nameya ku hate xwendin bi baldarî guhdarkirin û piştî ku name qediye bi deqîqeyan çepik lêdan. Piştre jî Hevserokên HDP’ê yên Çorumê Alî Akaya û Ozlem Tunç xîtabî gel kirin. Di axaftinan de hate xwestin ku Newroz ji bo gelan aştî û azadiyê bîne.
Piştî axaftinan komên herêmî yên muzîkê derketin ser dikê. Bi stran û govendan pîrozbahî bi dawî bû.