Li Modena HDP'yiyan komîsyona hilbijartinê ava kir

Komîsyona hilbijartinê ya li bajarê Modena hat avakirin, wê mal bi mal bigere û piştgiriyê ji bo HDP’ê bixwaze.

Komîsyona hilbijartinê ya li bajarê Modena hat avakirin, wê mal bi mal bigere û piştgiriyê ji bo HDP’ê bixwaze.

Li bajarê Modena yê Îtalya, bi armanca di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de HDP bê destekkirin komîsyona hilbijartinê hat avakirin.

Komîsyona ji 30 kesan pêk tê, wê mal bi mal bigere, Projeya Jiyana Nû ya HDP’ê vebêje û dengan bixwaze.

Komîsyona hilbijartinê, bal kişand ser bihêzbûna HDP’ê ya bi pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin û peyama wê, “bendan hilweşînin” da.