Çalakiya girtiyên nexweş di hefteya 39. de dewam kir
Çalakiya “Ji girtiyên nexweş re azadî” ya her hefte ji aliyê Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî pêk tê di hefteya 39. de dewam kir.
Çalakiya “Ji girtiyên nexweş re azadî” ya her hefte ji aliyê Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî pêk tê di hefteya 39. de dewam kir.
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya “Ji girtiyên nexweş re azadî” ya her hefte pêk tîne vê hefteyê jî li Cadeya Sakarya li dar xist. Di çalakiyê de tevî endamên TUHAD-FED û ÎHD’ê gelek welatî jî amade bûn. Di çalakiyê de dirûşmên, "Bila zîndan hilweşin ji girtiyan re azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” hatin gotin. Di çalakiyê de paşê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya li ser navê Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî de, hat bibîrxistin ku li Tirkiyeya di bin navê girtîgehên ewlekariya zêde de, tecrîdeke giran heye, 247 jê giran 649 girtiyên nexweş hene û wiha hat gotin, "Kesên girtiyên îradeya wan di girtîgehan de nayên teslîmkirin tedawî nakin û hewl didin bi mirinê îradeya wan teslîm bigirin divê zanibin ku li van kolanan em ê dengê girtîgehan bin.” Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku pêwîst e demldest girtî bên berdan.