Kurecîkiyan li Duisburg pirsgirêkên xwe nîqaş kirin

Însiyatîfa Gel a Kurecîk tekildarî pirsgirêkên Kurecîkiyan panelek li dar xist. Di panelê de bal kişandin ser qirkirina xwezayê ya li Kurecîk û li ser rola kapîtalîzmê ya di pirsgirêkên şewitandina daristanan û qirêjkirina hawirdorê de hat rawestîn.

Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropa, di çarçoveya pirsgirêkên Kurecîk de panelek li dar xist. Di panelê de bal kişandin ser qirkirina xwezayê ya li Kurecîk, û li ser rola kapîtalîzmê ya di pirsgirêkên şewitandina daristanan û qirêjkirina hawirdorê de hat rawestîn. Kesên tevlî panelê bûn diyarkirin ku di hilbijartinan de wê dengên xwe bidin HDP’ê.

Kurecîkiyên li Ewropayê dijîn, bi Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropayê (AKHÎ) re ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên civakî, çandî û siyasî ketin nav lêgerînan.

Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropa, li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê der barê pirsgirêkên Kurecîkiyan de panelek organîze kir..

Di panela ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duîsburg hat lidarxistin, Rojnamevan-Nivîskar Îrfan Dayioglu, endamê Desteya Rêveber a AKHÎ, Pedagog û aktîvîstê hawirdorê Îsmet Çelîk, Dr. Gulê Polat, endamê Desteya Rêveber a AKHÎ, Lêkolîner-Nivîskar Haci Demîrkaya axivîn.

DAYIOGLU: JI DEMA OSMANIYAN HETA NIHA DI BIN ZEXTAN DE JIYAN

Rojnamevan-Nivîskar Dayioglu got ku gelê Kurecîk ji 1850’î ve li hember her cure neheqiyan têkoşiyaye û wiha axivî, "Kurecikî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên civakî, siyasî, bawerî û olî bên gel hev. Hema hema tevayî Kurdên li herêmê dijîn Elewî Kizilbaş in. Lewma hê ji dema Osmaniyan ve di bin zextan de ne. Wek Kurecîkiyan divê em demokrasiya xwe ava bikikn. Êdî pêwîst e em hêza xwe bikin yek, ji bo nirxên xwe yên civakî û hevpar bixebitin.”

DEMÎRKAYA: QIRÊJÎ BI KAPÎTALÎZMÊ RE DERKET HOLÊ

Lêkolîner-Nivîskar Demîrkaya jî talana hawirdorê û qirêjbûna xwezayê ya li Kurecîkê nirxand û bal kişand ser qirêjbûna xwezayê li Kurdistan, Tirkiye û gelemperiya cîhanê. Demîrkaya got, "Şewitandina daristanan, qirêjiya ji ber çopê bi kapîtalîzmê re derketin holê. Bi pêşketina kapîtalîzmê re, bi pêşketina teknolojiyên nû re ax hatiye talankirin. Kapîtalîzm ji bo qezenca xwe her tiştî dike."

ÇELÎK: EM PIŞTEVANIYA KOBANÊ Û ŞENGALÊ DIKIN

Pedagog Çelîk jî bal kişand ser pirsgirêkên rêxistinbûyîna xwecihî û got, "Rêxistinbûyîna xwecihî, şêweyê rêxistinbûyîna sivîl a li qadên ewlekarî, aborî, siyaset û polîtîkayê ye. Îdîaya dewletê ya ku dibêje 'Ji bo xwe gihandina cihê dewlet nikare xwe bigihîne rêxistinên civakî yên sivîl hatine avakirin' şaş e."

Çelîk diyar kir ku piştî êrîşên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, wan ji bo Kobanê û Şengalê xebatên alîkariyê meşandine û ev agahî da: "Ji bo gelê Şengal û Kobanê me ji Ewropayê alîkariya ji 50 hezar Euroyî bi rêya saziya alîkariyê ya Kurd Heyva Sor a Kurdistanê teslîm kir. Platforma Kurecîkê, ji sedî 60 pêwîstiya 5 hezar mexdûrên şer ên li navçeyê, em jî ji sedî 40 a pêwîstiyan tedarik dikin. Nêrîna avakirina Însiyatîfa Gel a Kurecîkê ya Ewropayê, di dema êrîşên DAIŞ'ê de derket holê. Niha jî em dibînin ku me rêxistinbûyîneke baş derxistine holê."

POLAT: DIVÊ JIN ROLÊ BILÎZIN

Dr. Polat jî da xuyakirin ku divê jin di nava vê însiyatîfê de rolê bilîzin û got, "Em dibînin ku nifşê duyemîn û sêyemîn nikarin xwe li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê biparêzin. Di gihandina ciwanan de rola me jinan derdikeve holê. Bi pêşvebirina xwe re em dikarin zarokên xwe biparêzin."

DESTEKA JI BO HDP'Ê

Axaftvanan dan xuyakirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ew ê destekê bidin HDP'ê.