Newroz li Arjantînê hate pîrozkirin

Li eyaleta Buenos Aires a Arjantînê Komîteya Piştevaniya Kurdistan-Amerîkaya Latîn bi beşdariya zêdetirî 20 sazî, partî rêxistinên mafê mirovan û Dayikên Gulanê cejna Newrozê pîroz kir.

Pîrozbahiya Newrozê li Buenos Aires a paytexta Arjantînê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hate silavkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Her wiha ji bo HDP’ê jî banga dengan hate kirin.

Li eyaleta Buenos Aires a Arjantînê Komîteya Piştevaniya Kurdistan-Amerîkaya Latîn bi beşdariya zêdetirî 20 sazî, partî rêxistinên mafê mirovan û Dayikên Gulanê cejna Newrozê pîroz kir.

JI BO HDP’Ê BANGA DENGAN

Di pîrozbahiya li Parka Centenarioyê hate lidarxistin de dik bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û YPG’ê hate xemildandin.

Di pîrozbahiyê de nivîsa sînamevan-nivîskarê Arjantînî Alejandro Haddad ê ku salek berê jiyana xwe ji dest da, ku têkildarî Newrozê nivîsandibû hate xwendin. Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevkên Komîteya Piştevaniya Kurdistan-Arjantînê ve hate kirin. Di axaftinan de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newroza Amedê û Şoreşa Rojava hatin silavkirin. Di axaftinên hatin kirin de bang li her kesê hate kirin ku di hilbijartinên ku wê 7’ê Hezîranê bên lidarxistin de dengê xwe bidin HDP’ê.

BEHSA BINPÊKIRINA MAFAN JI ALIYÊ DEWLETA TIRK Û KOLOMBIYA HATE KIRIN

Di pîrozbahiyê de Nûnerên Tevgera Marcha Patriotica (Meşa Welatparêz) a Kolombiyayê stand vekir û behsa binpêkirinên mafan ên welatê Kolombiyayê kirin. Her wiha têkildarî kampanyaya ji bo serbestberdana girtiyên siyasî yên li Kolombiyayê agahî hate dayin. Her wiha di axaftinên hatin kirin de di warê binpêkirinên mafê mirovan de dewletên Tirk û Kolombiyayê şibandin hev.

ROJAVA HATE SILAVKIRIN Û DAXWAZA AZADIYA OCALAN HATE KIRIN

Marcha Patriotica, nûnerên tevgera gerîla ya Saharaya Rojava Polisario, tevgerên xwecih ên Amerîkaya Latîn, tevgera jinan, nûnerên Mapuche yên li Arjantîn û Şîliyê dijîn, nûnerên Baskê yên Amerîkaya Latîn, Yekîtiya Çandê ya Ermeniyan, tevlî çalakiyê bûn û axivîn. Di axaftinan de piştevaniya hesta şoreşger derkete pêş, berxwedana Rojava hate silavkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gleê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî hate kirin.

GOVEND HATE GERANDIN ŞANO HATE NÎŞANDAN

Di pîrozbahiya zêdetirî 200 kesî pêk hat de, li ber stranên Kurdî govend hate gerandin û komek a Yekîtiya Çandê ya Ermeniyan derket ser dikê û govend gerand.

Însiyatîfa Jinên Gelên Xwecih jî bi muzîk û şanoyê tevlî şahiya Newrozê bûn.