Li Awûstûryayê meşên meşaleyî yên Newrozê
Li gelek bajar û herêmên welatê Awûstûryayê cejna Newrozê bi meşên meşaleyî û şahiyên bi coş hate pîrozkirin.
Li gelek bajar û herêmên welatê Awûstûryayê cejna Newrozê bi meşên meşaleyî û şahiyên bi coş hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya li paytexta Awûstûrya Viyanayê roja Înê, li Qesra Şaredariyê bi resepsiyonekê hate lidarxistin. Weke her salê îsal jî meşa meşaleyî hate lidarxistin. Zêdetirî hezar Kurdistanî û dostên wan li ber Operaya Viyanayê li hev kom bûn, meşale vêxistin û heta Qada Stephansplazê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PYD, YPG, YPJ hatin vekirin û dirûşm hatin gotin. Girseyê li vir agirê Newrozê vêxistin û li ber deng def û zirneyê li ber agirê Newrozê govend gerandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” û Bijî Berxwedana Kobanê hatin gotin. Di pîrozbahiyê de bang li her kesê hate kirin ku tevlî çalakiya 4’ê Nîsanê ku wê li Viyanayê pêk bê, bibin.
Her wiha endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurd ên ji welatên cuda yên Ewropayê hatibûn tevlî Newroza li Parka Votivê bûn û koma muzîkê ya Ciwanên Azad a Viyanayê derket ser dikê.
LÎNZ
Li herêma Lînz a ku dikeve Awûstûryaya jorîn jî gelek welatparêz li hev kom bûn û bi wesîleya Newrozê meşa meşaleyî li dar xistin. Di dawiya meşê de agirê Newrozê hate vêxistin û li ber agir govend hate gerandin. Gelek sazî û rêxistinan destek dan çalakiya pîrozbahiya îsal a Newrozê.
GRAZ
Kurdistaniyên li herêma Graz a Awûstûryayê jî dijîn jî li Grießplatz li hev kom bûn û li ber mûzîka zindî û li derdora agir cejna Newrozê pîroz kirin. Bi sedan kesên tevlî pîrozbahiyê bûn dirûşimên “Bijî Newroz,” “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” qîriyan û coşa Newrozê ya li Kurdistanê silav kirin.
ST POLTEN
Bi sedan kes bi pêşengiya Ciwanên Azad li ber Komeleya Çandê ya Mezopotamya ya li St. Poltenê li hev kom bûn û li ber dengê stranan govend gerandin û dor agirê Newrozê govend gerandin. Kurdistaniyan bi coşeke mezin cejna Newrozê pîroz kirin.