Di meşa azadiyê de partîzanek

Endamê Partîzan Suleyman Karîpçî yê di meşa ji Ocalan re azadî de cih digire, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê tevayî sosyalîst û kedkaran e.

Endamê Partîzan Suleyman Karîpçî yê di meşa ji Ocalan re azadî de cih digire, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê tevayî sosyalîst û kedkaran e û got, "Ez jî wek sosyalîstekî, ji ber ez xwe wek berdewamkarê Mahîr, Denîz û Îboyan dibînim ji bo azadiya Rêber Ocalan tevlî vê meşê bûm.”

Li rex mirovên xwedî baweriyên cuda û gelan nûnerên ji tevgerên çep ên Tirkiyeyê jî tevlî meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin. Endamê Partîzan Suleyman Karîpçî, ji Stenbolê hat û tevlî meşa ji bo azadiya Ocalan bû. Karîpçî di tevahiya meşê de ala ku li ser wêneyê Îbrahîm Kaypakkaya yê yek ji rêberên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê heye hilgirtiye, dirûşma, ‘Ji Ocalan re azadî’ qîr dike.

'OCALAN RÊBERÊ TEVAYÎ BINDESTAN E'

Suleyman Karîpçî got ku wek endamekî Partîzan, “Ji bo azadiya Rêbertî ber bi Amedê ve dimeşe” û banga têkoşîna ji bo azadiya Ocalan li tevayî sosyalîst û şoreşgeran kir.

Karîpçî Ocalan wek rêberê tevayî bawerî û gelên bindest, kedkar û sosyalîstan nirxand û wiha dewam kir, "Rêber Ocalan, mîrasa Mahîr, Denîz û Îbrahîman hilgirt û mezin kir. Ji ber vê yekê Rêber Ocalan rêberê me ye û em bi têkoşîna azadiya Rêber Ocalan re rû bi rû ne.”

Karîpçî  anî ziman ku heta Amedê wê bi biryar bimeşin, di ketina Amedê de wê endamên Partîzan meşvanan bi girseyî pêşwazî bikin.