Di çarçoveya lêpirsîna zarokê bi navê Berkîn Elvan ê di pêvajoya berxwedana Parka Gezî de dema diçû nan bikire, li Okmeydani ji aliyê polîsan ve bi bombeya gazê hat qetilkirin, bi armanca tespîta 3 polîsên şekl û dirûvê wan hatiye diyarkirin, agahiyên nasname û wêneyên 21 polîsên roja bûyerê li Cadeya Mîthatpaşa wezîfedar bûn ji dozgeriyê re hatin şandin. Dozgeriyê berî niha ji bo tespîta 3 polîsên ku şekl û dirûvê wan bi rêya wêneyan hatibû diyarkirin, lê nasnameya wan nehatibû tespîtkirin, agahiyên nasname û wêneyên 21 polîsên 16’ê Hezîrana 2013’an dema Berkîn Elvan hat qetilkirin, li derdora Kolana Gazîler Cadeya Mîthatpaşa wezîfedar ji Midûriyeta Şaxa Lêkolînê ya Deng û Dîmenan a girêdayî Saziya Tiba Edlî re şand.