Agirê Newrozê li Anatolyaya Navîn hat vêxistin
Yekem agirê Newroza îsal a pîrozbahiyên Newrozê ku wê hefteyekê li Anatolyaya Navîn bidome, li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hate vêxistin.
Yekem agirê Newroza îsal a pîrozbahiyên Newrozê ku wê hefteyekê li Anatolyaya Navîn bidome, li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hate vêxistin.
Beriya pîrozbahiya Newrozê ku wê roja 22’yê Adarê li navenda Konyayê bê lidarxistin, li navçeya Cîhanbeyliyê agirê Newrozê hate vêxistin. Tevî endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr Alîkarê Hevserokên HDP’ê Ayhan Bîlgen gelek kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di pîrozbahiya Kurdên ku beriya sedan sal ji cih warên xwe dûr ketine û li vê derê bi cih bûne, de zêde tevlîbûna jinan balê kişand ser xwe. Di pîrozbahiyê de piraniya beşdaran cil û bergên Kurdî li xwe kirin û pankarta “Li dijî şovenîzm û nîjadperestiyê ji bo aştî demokrasî azadiyê Newroz Pîroz be” hate vekirin û dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin gotin.
Alîkarê Giştî yê Hevserokên HDP’ê Ayhan Bîlgen di pîrozbahiyê de axivî û xwest Newroz ji bo gelên Mezopotamya û Anatolyayê bibe wezîleya aştî û azadiyê. Bîlgen bal kişand ser Newroza bi heybet ku wê sibê li Amedê bê lidarxistin û got: “Wê sibe bal û hişê me li ser peyama Ocalan a ku wê bide tevahiya Tirkiyeyê.” Bîlgen diyar kir ku hêvîdar in ku Newroz bibe destpêkeke nû. Bîlgen bal kişand ser axaftinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên bi awayê “Pirsgirêka Kurd tine ye” û got: “Ev yek nîşan dide ku ti feydeya Erdogan ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku hatiye destpêkirin çênebûye.” Bîlgen got ku eleqeya zêde ya ji bo HDP’ê AKP û Erdogan bêzar kiriye. Bîlgen piştî axaftinê agirê Newrozê pêxist.
Piştî pîrozbahiyê bernamzedên HDP’ê yên Konyayê hatin nasandin. Hunermendên herêmî derketin ser dikê û li ber stranên wan, li dora agirê Newrozê govend hate gerandin.