Demîrtaş: Em ê 7'ê Hezîranê serketinekê diyarî gelên xwe bikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Newroza Stenbolê de axivî û diyar kir ku di Newrozê de girseyên derketin qadan nîşan da ku kî aştî û demokrasiyê dixwazin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Newroza Stenbolê de axivî û diyar kir ku di Newrozê de girseyên derketin qadan nîşan da ku kî aştî û demokrasiyê dixwazin û wiha got: "Agirê Newrozê yê we hilkirî wê Rojhilata Navîn ronî bike. Wê barbariya DAIŞ û AKP'ê bi ronahiya Newrozê tine bibe."

Newroza Stenbolê ya bi tevlîbûna sed hezaran pêk tê bi coşek mezin berdewam dike. Piştî koroya NÇM'ê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dest bi axaftina xwe kir û Newroza hemû kesan pîroz kir. Demîrtaş diyar kir ku banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a duh li Amedê dayî îro li Stenbolê bersiv girt û wiha got,: "Peyama Birêz Ocalan a duh li Amedê beriya me gihiştiye vir. Stenbolê bi dilgerimî peyam pêşwazî kir. Em li vir silavan ji hemû kesên ber xwe didin dişînin. Em silavê xwe ji kesên di zindanan de ber xwe didin, li Kobanê ber xwe didin ji Rêberê Apo re dişînin."

'JI BÎLÎ BERXWEDANÊ TI ALTERNATÎFA ME TINE YE'

Demîrtaş anî ziman ku ew kedkarên têkoşînekî dirêj in û li Tirkiyeyê dîrok jî nû ve tê nivîsandin û serdemeke nû dest pê kir û wiha axivî: "Heke em di vê serdemê de coşa Newrozê ji welat re bibin û înşaya jiyana nû bikin riya vê yêkê diyar e. Ji bilî berxwedanê ti alternatîfên me yên din tinene. Roj roja em li hemberî kesên bi derfetên dewletê dixwazin me bitepisin e."

'EM MÎLYONAN IN TI TENÊ YÎ'

Demirtaş da zanin ku di Newrozê de bi mîlyonan kesên derketin qada nîşan da ku kî alîgirê aştî û demokrasiyê ye û wiha pê de çû: "Vê Newrozê kî alîgirê demokrasiyê ye û kî dîktatoriyê dixwaze nîşan de ye." Demîrtaş daxuyaniyên Serokomar Erdogan jî rexne kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Berê xwe nedin kesên dibêjin 'Ez tenê me' Tê her tim bi tenê bikî lê em mîlyonan in. Em bi jin, zilam, kurd, tirk,elewî, sunnî, ermenî û çerkezan bi mîlyonan in. Tê her tim bi tenê bimînî. Ev cîhan ji Sultan Suleyman re nema ji te re jî namîne."

'JI BER KESÊN VÎ WELATÎ RÊ VE DIBIN AŞTIYÊ NAXWAZIN, EM ŞER NAXWAZIN'

Demîrtaş bal kişand ser hilbijartinên 7'ê hezîranê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "7'ê Hezîranê dê bibe roja li vî welatî tovên pêşeroja me bê çandin. Em ê yan alîgirên biratî û aştiyê bin an em ê mehkûmî dîktatoriya yek kesî bibin. Êdî dem dema em aştiya welatê xwe ava bikin. Encama ji sindoqan derdikeve dê xizmeta aştiyê bike. Hûn daxuyaniyên wî dibînin. Dibêjin 'Em ji bo demokrasî û aştiyê ti gavan navêjin' Lê ti pêwîstî bi panîk û xofê tineye. Ji ber kesên welat rê ve dibin aştiyê naxwazin em şer nakin. Ew bixwazin û nexwazin em ê şatiyê pêk bînin. Yên dibêjin '10 made nabin', 'zimanê zikmakî nabe' bixwazin û nexwazin dê aştî li vî welatî çêbibe. Aştî di navbera du lêvên te de nîn e. Yên aştiyê dixwazin bila berê xwe bidin çavên ciwanan û duayên dayîkan. Ji ber ku em aştiyê û demokrasiyê ji hemû kesî bêtir dixwazin AKP êrîşê me dike. Lê em ê li hemberî van êrîşan bi baldarî bersivê bidin. Em teqez nayê provokasyonan."

'HDP DENGÊ WIJDANÊ RIZGARIYA DEMOKRASIYÊ YE'

Demîrtaş anî ziman ku HDP amûrê desthilatdariya ciwan, jin, xizan û kesên tên tepisandin ava bikin e. Demîrtaş da zanîn ku HDP amûrê gel ê demokrasiyê ye û wiha got: "Heke hûn bêjin ev kar dê çêbibe emê dê ji bo layîkî we bibin bixebitin. Em ê serketineke bêhempa diyarî hemû gelan bikin. Duh bi sedan rewşenbîr û hunermendan alîgiriya xwe ya li hemberî HDP'ê diyar kir. Ez silavên xwe ji wan re dişînim. Em ê sindoqên xwe emanetî we bikin destûrê nedin pisîkan. Divê ji bo her sindoqê divê em bixebitin. Divê em deriyê hemû kesî vebikin û xwe vebêjin. HDP êdî wijdana dengê rizgariya demokrasiyê ye. Em ê di 7'ê Hezîranê de serketinekê diyarî gelên xwe bikin."

'FAŞÎZMA DAIŞ'Ê Û BARBARIYA AKP'Ê WÊ BI AGIRÊ NEWROZÊ TINE BIBE'

Demîrtaş ji girseya qadê re pirsa "Hûn ji bo 7'ê Hezîranê li Stenbolê bixebitin amaden ne? kir û girseyê bi hev re bersiva "Erê" da. Demîrtaş axaftina wiha berdewam kir: "Hûn amade ne em ê qezenc bikin. Li hemberî me ne bendavên Faşîst Kenan Evren û ne jî yên AKP'ê xwe nagirin. Agirê we hil kir wê Rojhilata Navîn ronî bike. Wê barbariya DAIŞ'ê û AKP'ê bi agirê Newrozê tine bibe."

Piştî axaftinê Hunermend Kawa derket ser dikê û girse coşand.