DÎDF Newroza Kurdan û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir

DÎDF bi wesîleya Newrozê peyamek weşand û got: “Newroza 2015 wê bibe Newroza pîrozkirina serketina tarîtiya serdema navîn, olperestiya radîkal û terora li Kobanê.”

DÎDF bi wesîleya Newrozê peyamek weşand û got: “Newroza 2015 wê bibe Newroza pîrozkirina serketina tarîtiya serdema navîn, olperestiya radîkal û terora li Kobanê.”

DÎDF nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan da û ji bo jiyaneke mirovane û aştiyane xwest her kes HDP’ê destek bike.

Desteya Rêveber a Federasyona Komeleya Karkerên Demokratîk a Elmanyayê (DÎDF) bi wesîleya cejna Newrozê peyamek weşand.

'DAXUYANIYÊN ERDOGAN ZIYANÊ DIDIN AŞTIYÊ'

DÎDF nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan da û ji bo jiyaneke mirovane û aştiyane xwest her kes HDP’ê destek bike. DÎDF di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku di Newroza 2013 de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga agirbestê kiriye, li gel hemû hewldan û provokasyonên dewletê pevçûn destpê nekirine. DÎDF’ê bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a bi awayê “Ma çi yê wek kêm e” û got ku ev daxuyaniyên Erdogan ziyanê didin pêvajoyê.

JI BO JIYANEKE MIROVÎ Û AŞTIYAN DESTEKÊ BIDIN HDP’Ê

DÎDF di berdewama peyama xwe de bal kişand ser hilbijartinên giştî ku wê 7’ê Hezîranê pêk bên û bang kir ku ji bo jiyaneke mirovan e û aştiyane xwest her kes HDP’ê destek bike.

DÎDF herî dawî cejna Newrozê li gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn pîroz kir.