HDP’ê êrîşa DAIŞ’ê lanet kir
HDP’ê êrîşa DAIŞ’ê ya li Rojava lanet kir û got, "Bi êrîşên li hember pîrozbahiyên Newroza ji nû ve zindîbûna jiyanê û ji nû ve vejinê ye, cihên xwe yên dijmintiya mirovatiyê careke din derxistine holê.”
HDP’ê êrîşa DAIŞ’ê ya li Rojava lanet kir û got, "Bi êrîşên li hember pîrozbahiyên Newroza ji nû ve zindîbûna jiyanê û ji nû ve vejinê ye, cihên xwe yên dijmintiya mirovatiyê careke din derxistine holê.”
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’a dijminê mirovatiyê yên li hember pîrozbahiyên Newrozê yên li Rojava daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê yên li tevayî eniyên Rojava paşde ketine duh li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê ya Rojava li hember pîrozbahiyên Newrozê du êrîşên xwekujî pêk anîne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Piraniya wan jin û zarok ku 17 kesan jiyana xwe ji dest da, em vê êrîşa barbar û dijminê mirovatiyê ya li hember Cejna Newrozê ya gelên Rojava û Rojhilata Navîn lanet dikin.”
'HÊZA JIYANA NÛ WÊ MANGAYÊN MIRINÊ TÊK BIBE!'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Mangayên mirinê yên bûne markaya mirinê û hewl didin gelan bi mirinê terbiye bikin, bi êrîşên li hember pîrozbahiyên Newroza ji nû ve zindîbûna jiyanê û ji nû ve vejinê ye, cihên xwe yên dijmintiya mirovatiyê careke din derxistine holê.”
HDP’ê di daxuyaniya xwe de ji bo kesên di êrîşa Hesekê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest, Cejna Newrozê ya gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got, “Hêza jiyana nû wê mangayên mirinê têk bibe.”