Li Ewropa û cîhanê pîrozbahiyên Newrozê didomin
Li Ewropa û gelek herêmên cuda yên cîhanê Kurd Newrozê pîroz dikin
Li Ewropa û gelek herêmên cuda yên cîhanê Kurd Newrozê pîroz dikin
Li Ewropa û gelek herêmên cuda yên cîhanê Kurd Newrozê pîroz dikin. Di pîrozbahiyên li Fransa, Kanada, Swîsre, Awûstûrya, Awûstralya û Japonyayê jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hat xwestin.
MONTPELLÎER
Li bajarê Fransa Montpellîer, Kurdan Newroz bi meşeke meşale pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku li Rue de Gambetta destpê kir êrîşên çeteyên DAIŞ’a dijminê mirovatiyê hatin protestokirin.
Di meşa bi meşale ya heta Qada Place de la Comédie, dirûşmên "Bijî Newroz", "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo, "Bijî berxwedana Kobanê" hatin gotin. Ligel muzîkê govend hat gerandin.
KANADA
Li bajarê Edmonton ê Kanada jî Kurdistaniyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin, têkildarî Newrozê axaftin hatin kirin. Di pîrozbahiyê de hunermendên herêmê jî amade bûn. Pîrozbahî bi govendê dawî bû.
BERN
Li bajarê Bern ê Swîsreyê nêzî 200 kesên li Qada Helvetiaplatz kom bûn heta ber parlamentoyê meşeke bi meşale li dar xistin û Newroz pîroz kirin. Ligel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yek ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan alên PKK, KCK, YPG û pankarta “Newroz Pîroz be” hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” hatin gotin.
Seyîd Ahmet Ocalan ê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bern axivî bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hat xwendin. Seyîd Ahmet Ocalan got ku girtîmayîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin.
Piştî axaftinan girseyê li ber muzîkê govend gerand.
DELEMONT
Kurdistanî û dostên wan ên li ber îstasyona gara navendî ya Delemont a Swîsre kom bûn, Newroz pîroz kirin. Mehmet Goksungur ê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Jûra axivî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Kesên tevlî pîrozbahiyê bûn li derdora êgir govend gerandin.
INNSBRUCK
Li bajarê Awûstûrya yê Innsbruck Kurd di pêşengiya Navenda Civaka Kurd, pîrozbahiya Newrozê de hatin gel hev.
Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Marktplatz bûn.
Di pîrozbahiyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin. Roder Rodî yê di pîrozbahiyê de axivî, bal kişand ser 10 xalên çareseriya demokratîk ên Ocalan pêşkêş kirin.
Kesên tevlî pîrozbahiyê bûn demeke dirêj govend gerandin.
JAPONYA
Li bajarê Japonya, Saîtama bi sedan kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahî ji aliyê Komeleya Çandê ya Kurd a Japonya ve hat organîzekirin. Pîrozbahî diyarî şervanên YPG/YPJ’ê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dan hat kirin. Çapemeniya Japonya jî eleqeyeke zêde nîşanî pîrozbahiyê da.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bi rêya telefonê tevlî pîrozbahiyê bû. Kartal got ku gelê Kurd hêza demokrasiyê ye û wê li her devera cîhanê têkoşîna xwe bidomînin.
AWÛSTRALYA
Li bajarê Awûstralya, Melbourne jî di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Viktorya Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku nêzî 3 hezar kes beşdar bûn, Kurdên ji çar parçeyên Kurdistan û dostên wan tevlî bûn.
Pîrozbahî di şexsê Heval Bagok Serhed (Ashley Johnston) ê Awûstralyayî de ji bo kesên di têkoşîna azadî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin.
Nûnerê Federal ê Wezareta Edaletê, parlamenterên Partiya Karkeran a Awûstralya û Partiya Keskan a Awûstralya, endamên Meclîsa Şaredariya Moreland di axaftinên xwe de şoreşa Rojava silav kirin. Piştgiriya ji bo Rojava destnîşan kirin. Di pîrozbahiyê de komên dansê yên Ermenî û Fîlîstinî jî amade bûn.