Li gelek navendan agirê Newrozê gur dibe

Li gelek navendên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Li gelek navendên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan ên "Pirsgirêka kurd tune ye, çi kêmasiya we he ye" da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî diyar kir ku gelê kurd li Kobanê, Şengal û Cizîrê dîrok nivîsand û wiha got: "Îro ji bo gelê kurd jiyaneke nû dest pê dike."

FARQÎN

Li navçeya Farqînê ya Amedê bi hezaran welatî hatin cem hev û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û Komîteya Amadekar a Newrozê û rêveberên HDP û DBP'ê axaftinên kin kirin. Hevşaredarê Farqînê Yuksel Bodakçi jî di axaftina xwe de daxwaza azadiya Ocalan kir.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî hemû kesên agirê Newrozê hilkirin silav kir û meşa "Ji Ocalan re azadî" ya li Cîzîr dest pê kir jî silav kir. Ayna bertek nîşanî gotinên Erdogan ên "Pirsgirêka kurd tune ye, çi kêmasiya we heye" da û wiha got: "Gotinên Erdogan girîng in. Di 2005'an de gotinek got îro jî gotinek got. Di 2005'an de got, 'pirsgirêka kurd heye û pirsgirêka min e' Hikûmê vê gotinê li cem me heye. Lê hikûmê gotina 10 sal şunda gotî li cem me tuneye. Bi vê gotinê hişmendiya CHP'ê ya 10 sal berê derbas kir."

Piştî axaftina agirê Newrozê hate hilkirin û bi muzîkê govend hate girtin.

STEWRÊ

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî bi hezaran welatiyan bi coş Newroz pîroz kirin. Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarat û alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hatin daliqandin. Di pîrozbahiyê de polîsan posterên Ocalan ên zarokan hilgirtin kom kirin û welatiyan bi dirûşmeya "Be Serok Jiyan nabe" bertek nîşan dan. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Stewrê M. Aydin Alokmen axivî û Newroza welatiyan pîroz kir. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu jî diyar kir ku bi berdêlên gelek mezin hatin vê astê û xwest ku Ocalan azad bibe. Piştî agirê Newrozê hate hilkirin govend hate girtin.

ÇINAR

Li navçeya Çinarê ya Amedê jî li ber avahiya DBP'ê Newroz hate pîrozkirin. Hevşaredarên Çinarê, rêveberên HDP û DBP'ê û bi hezaran kes ji ber Şaredariya Çinarê ber bi Qada Newrozê ve meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Ocalan, Sakîne Cansiz, Mazlum Dogan hatin hilgirtin û li qadê hatin daliqandin. Piraniya welatiyan kincên gelerî li xwe kirin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Be Serok jiyan nabe", "Bijî Newroz" û "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Di pîrozbahiyê de gelek axaftin hatin kirin û di axaftinan de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Piştî axaftinan girseyê bi staran govend girt.

MÎDYAD

Li qada otogara Midyatê di saetên serê sibehê de hezaran kes herikîn qada Newrozê. Li Qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG, YPJ'ê hatin daliqandin. Di pîrozbahiyê de hezaran kes bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî pîrozbahiyên bûn.

Di pîrozbahiyê de Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Ahmet Turk û hezaran kes tevlî çalakiyê bûn. Di pîrozbahiyê de Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku gelê kurd bi berdîlên mezin gihaye vê astê û anî ziman ku gelê kurd li Kobanê, Şengal û Mexmûrê bi tipên zêrin navê xwe li dîrokê nivîsî û wiha got: "Îro ji bo gelê kurd jiyanek nû destpêkiriye. Gelê kurd bi fedekariyek mezin berxwedana xwe bilind kiriye."

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê jî bi hezaran welatî di saetên serê sibehê de ji bo şahiya Newrozê bi cil û bergên xwe yên gelerî û dirûşma "Êdî bes e, ji Rêber Apo re azad" herikîn qada Newrozê. Di şahiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Dîsa qada Newrozê bi Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG, YPJ'ê û rengên kes, sor û zer qad xemilandin. Di şahiyê de tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana YPG û YPJ'ê" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Di şahiyê de Endamê Komîteya Amedekar Abidin Esen axivî û piştî axaftina Esen Koma Arjen ya dibin sêwana Navenda Çanda Şaredariya Dêrikê de xebatan dide meşandin derket ser dikê. Piştî coşa muzîkê Alîkarê Hevseroka DBP'ê Fikriye Aytin, Hevşaredarên Dêrikê Sabahat Çetinkaya û Abdulkerîm Erdem û endamên DBP'ê agirê Newrozê pêxistin.

Piştî axaftinên hatin kirin Hunermend Armanc, Erdalê Hamî, Koma Ribab û hunermendên herêmî derketin ser dikê bi stranê xwe gel coşandin.

ÎZMÎR

Dîsa xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylul (DEU) li kampûsa Buca Tinaztepe şahî li dar xist. Di şahiya ku gelek xwendekar tevlî bûn de wêneyen kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Dîsa di şahiyê de pankartên "Ey şehîd rêya te rêya meye" hatin vekirin û bi dirûşmên "Biji berxwedana YPG/YPJ" 3u "Biji Serok Apo" ahtin berzkirin.

MANÎSA

Rêxistina HDP'ê ya Saruhanli li taxa Kurtuluşê li salona dawetê şahiya Newrozê li darxist. Bi sedan weltiyên bi cil û bergên xwe yên gelerî ve tevlî şahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hat pêxistin.

Şahî bi axaftin û gerandina govendê dawî bû.ç

SÛR

Welatiyen li taxa Sûra Amedê bi pêşengtiya komsiyonên keyayan re hatin cem hev Newroz pîroz kirin. Sedan welatî piştî agirê Newrozê govend gerandin. Di şahiyê de Hevserokê DBP'ê Alî Şimşek, Hevşaredarên Sûrê Fatma Şik Barut û Seyîd Narîn, Hevserokên DBP'ê yên Sûrê Aynur Leygara û Ali Rıza Çiçekli, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek welatî tevlî Newrozê bÛn.

Şahiya Newrozê bi gerandina govendê dawî bû.

ERDÎŞ

Li navçeya Erdîşê ya Wanê bi hezaran welatiyan cejna Newrozê li Sahîl Yoluyê pîroz kirin. Welatiyên bi kincên gelerî ber bi qada Newrozê ve herikîn "Paketa ewlehiyê" şermezar kirin. Jin bi kiras û fîstanan, zilam jî bi şal û şapik tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê sruda "Herne Pêş" hate xwendin. Piştî axaftina komîteya amadekar Parlementerê HDP'ê Ozdal Uçar axivî û diyar kir ku ew dê ji bo manîsfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Amedê ve biherikin.

Piştî peymanên agirê Newrozê hate hilkirin û pîrozbahiyê bi stranên Sîpan Xelat û Xezalê govend girt.

QELQELÎ

Li navçeya Qelqeliyê ya wanê jî li Kolana Îstasyonê pîrozbahî li dar xistin. Welatiyên tevlî pîrozbahiyê bûn bi armanca şermezarkirina "Paketa ewlehiyê" kincên gelerî li xwe kirin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin. Piştî rêzgirtinê rêveberên DBP û HDP'ê welatî silav kirin. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî bertek nîşanî gotinên Erdogan ên "Pirsgirêka kurd tuneye" dan. Piştî axaftinan agirê Newrozê hate hilkirin û govend hate girêdan.

PAYÎZAVA

Li navçeya Payîzava jî li parqa Şaredariyê Newroz pîroz kir. Parlementerê HDP'ê Kemal Aktaş, rêveberên DBP û HDP'ê, hevşaredarên navçeyan û bi hezaran welatî tevlî bûn. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Payîzava Zekî Yildiz axivî û kesên di Newrozê de jiyana xwe ji dest dan bibîranîn û wiha got: "Tevgea kurdan tevgerekî azadiyê ye. Her çiqas yek bêje em vê tevgerê nasnakin jî vê tevgerê bi gel re çi kir hemû kesî dît." Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva jî axaftinek kin kir û hemû kes silav kir. Parlementerê HDP'ê Kemal Aktaş jî diyar kir ku lehengiya li Kobanê û Şengalê hatî jiyîn rihê berxwedanê mezin kir. Aktaş bertek nîşanî gotinên Erdogan ên "Pirsgirêka kurd tuneye" dan û wiha got: "Heke pirsgirêka kurd tunebe wê demê çima çiyayan bombebaran dikin. Çima bi salene îşkenceyê li kurdan dikin."

Piştî axaftinan komên muzîkê derketin ser dikê û girse bi staranên xwe coşandin.

ŞAX

Li navçeya Şaxê ya Wanê jî li Besta Îke hate pîrozkirin. Hevseroka DBP'ê Hamiyet Şahîn, hevşaredarên Miksê û bi hezaran kesên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de alên KCK, PKK, YPG û YPJ'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Kesên tevlî pîrozbahiyên bûn kincên gelerî li xwe kirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê navçeyê Osman Balka axivî û wiha got: "Em hatin pêvajoyekî wisa bi saya Rêber Apo û şehîdan em hatin vê astê."

Piştî axaftinan Hozan Maruf, Koma Zilan û hunermandên NÇM'ê derketin ser dikê û govend hate girêdan.

MÛŞ

Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Mûşê yên Zanîngeha Alparslan a Mûşê jî bi coş Newroz pîroz kirin. Xwendekarên li ber Pirtûkxaneya Navendî hatin cem hev û bi staranên PKK û YPG'ê govend girtin û dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Bijî Newroz" û "Bijî berxwedana YPG" berz kirin.

GIMGIM

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi hezaran kes li ber avahiya DBP’ê kom bûn û bi meşê çûn qada Newrozê. Di pîrozbahiyê de ewil rêz hate girtin û koroyo zarokan a Navenda Çandê ya Şehîd Mordem derketin ser dikê. Piştre agirê Rewrozê ji aliyê Parlamenterê HDP’ê Erol Dora, Hevşaredarên Gimgimê û rêveberên HDP û DBP’ê ve hate pêxistin. Hevşaredarê Gimgimê HUseyîn Guneş axaftinek kir û Newroza gel pîroz kiri. Parlamenter Dora jî di axaftina xwe de got ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dixwazin.

Piştî axaftinan hunermend Ronî Erez derket ser dikê û gel govend gerand. Pîrozbahiyê bi stranên Koma Gulên Xerzanê berdewam kir.

KOP

Li navçeya Kopê ya Mûşê jî Newroz ji aliyê deh hezaran kesan ve hate pîrozkirin. Giresay kul i ber avahiya DBP’ê kom bû bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê ve heta qada termînalê ve meşiyan. Li vir rêz hate girtin û ewil Hevseroka DBP’ê ya Kopê Zeynep Topçu axivî û got ku heke di vê pêvajoyê de bi rastî çaraseriyek derkeve dê bi coşa ku ji wan qada tê jiyîn derkeve.

Hevseroka HDP’ê ya Kopê Deral Koca jî di axaftina xwe de bal kişand li ser dîroka Newrozê. Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Cihat Akpolat jî di axaftina xwe de got ku gelê kur li Kobanê hêza ku derketiye holê ve kurdan hemû polîtîkayên înkarê têk birine. Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî di axaftina xwe de destnîşan kir kul i Kobanê bi pêşengiya jinên kurd destana azadiyê hatiye nivîsandin. Herî dawî Endamê PM a DBP’ê Mustafa Uyguner axaftinek kir.

Piştî axaftinan agirê Newrozê ji aliyê bavê Evrîm Demîr a ku agir berdabû bedena xwe Sadullah Demîr ve hate pêxistin. Pîrozbahiyê bi hunermend Denîz Demak û Bulent Turan ve berdewam kir.

TATOS

Li navçeya Tatosê ya Erziromê jî bi hezaran kesên ku li ber avahiya HDP’ê kom bûn agirê NEwrozê pêxistin û govend gerandin. Parlamenterê HDP’ê Halîl Aksoy, rêveberên HDP, DBP û hevşaredar beşdarî pîrozbahiyê bûn. Aksoy axivî û bal kişand li ser ruhê Newrozê ya berxwedanê. Pîrozbahî bi govend û staran bi dawî bû.

QEREÇOBAN

Li navçeya Qereçobanê ya Erziromê jî bi hezaran kesan Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmên “Bijî serok Apo” “Bê Serok jiyan nabe” “Bijî Newroz” hatin berzkirin. Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP’ê Halîl Aksoy axivî û pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.

TUZLUCA

Li navçeya Tuzlucayê ya Îdirê bi hezaran kes serê sibehê herikin qada Newrozê. Piştî pêxistina agirê Newrozê Hevserokê DBP’ê yê Îdirê Murat Yerlîkaya axivî û got ku ew ê bi ruhê Kobanê benda hilbijartinê xira bikin. Di pîrozbahiyê de Hevşaredarê Tuzlucayê Mehmet Gultekîn û endamê PM a DBP’ê Talat aktaş jî axivî û diyar kirin ku Newroz cejna îsyanê ya gelê Rojhilata Navîn e. Pîrozbahiyê bi konsera hunermend Ayfer duztaş bi dawî bû.

DÛKNÛK

Li bajaroka Dûknûkê ya bi ser navçeya Melazgîrê ya Mûşê j îli qada bajarokê agirê Newrozê hate pêxistin. Di pîrozbahiyê de Hevşaredarê Melazgirê Halîs Coşkun axivî û got ku Newroza 2015’an Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û Newroza ku yekîtiya Kurdan pêk bê ye. Şaredarê Bajarokê Bulent Ateş jî axivtinek kir û cejna gel pîroz kir.

Piştî axaftinan bi stranên hunermendên herêmî govend hate gerandin.

HÎLVAN

Li navçeya Hîlvanê ya Rihayê li Qada Azadiyê Newroz bi coş hate pîrozkirin. Bi hezaran welatî bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn û dirûşmeya "Êdî bes e Rêber Apo re Azadî" hate berzkirin.

Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Bînîcî, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan û bi hezaran welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Mehmet Polat axivî û diyar kir ku ew dixwazin hemû bi hev re li ser vê erdnîgariyê bijîn û mînaka vê ya herî ber çav jî Rojava ye. Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Bînîcî jî diyar kir ku ji cihên tevgera azadiya kurd lê mezin bû yek Hîlvan e û li Hîlvanê daxwaza azadiya Ocalan bilind dibe ûw iha got: "Alên YPG û YPJ'ê niha li Edîrneyê jî tê hejandin."

Piştî axaftina girseyê bi staranan govend girt.

BÊRECÛK

Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi hezaran welatin Newroz li qada gogê pîroz kirin. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP'ê yê Bêrecûkê Yusuf Yeşîltepe axivî û balkişand ser girîngiya Newrozê. Pişt re Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan axivî û hemû şehîdên Kobanê bibîr xistin. Endamê Meclîsa HDP'ê Mehmet Duymaz jî axivî û hemû Newroza hemû kesî pîroz kir.

Piştî axaftinan girseyê bi muzîkê govend girt û agirê Newroz hilkirin.

XELFETÎ

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî bi hezaran kesan Newroz pîroz kir. Ligel hezaran kesan Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, rêveberên HDP û DBP'ê, hevşaredarên herêm û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qadê pankarata "Ji serok Apo re azadî", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPJ û YPG'ê hatin daliqandin. Di pîrozbahiyê de dirûşemeyên "Bijî serok Apo" û "Bijî berxwadana YPJ/YPG'ê" hatin berzkirn.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Osman Ocalan û Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Yasemîn Kiliç axaftinên kin kirin. Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan jî diyar kir ku agirê Newrozê hemû mirovahiyê ronî dike.

Piştî axaftina govend hat girtin û agirê Newrozê hat hilkirin.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê ya Şirnexê li qada Newrozê bi deh hezaran kesan Newroz pîroz kirin. Piştî Rêzgirtinê agir hate pêxistin. Ewil koma Çarçela ya Naveroa Çand û Hunerê ya Şaredariya Wêranşarê derket ser dikê. Hevşaredara Wêranşarê Fîlîz Yilmaz di pîrozbapiyê de axivî û Newroza gel pîroz kir. Piştre hunermend Xemgîn Bîrhat derket ser dikê. Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn jî axivî û got ku divê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê pir bixebitin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî di axaftina xwe de anî ziman ku berxwedana Kobanê kurd li hemû cihanê daye naskirin û berxwedana YPG û YPJ’ê sliav kir.

Pîrozbahiya Newroza ya Wêranşarê bi starên hunermendan ve bi dawî bû.

KOLIK

Li navçeya Kolikê ya Semsûrê Newroz li qada ber parka Fatîh hate pîrozkirin. Bi hezar kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li vir Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan axivî û wiha got: “Ez hêzên YPG û YPJ’ê yên ku li Kobanê ji bo azadiya kurdan têdikoşin silav dikim, Newroza wan pîroz dikim li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim.”

Piştî axaftinan hunermend Hemê Hecî derket ser dikê û bi hezaran welatiyan bi govendê pîrozbahî bi dawî kirin.