Şervanên azadiyê Akturk û Hoffmann li Baselê hatin bîranîn
Şervanê YPG’ê Mucahît Akturk û Şervana MLKP’ê Ivana Hoffman li bajarê Baselê bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Şervanê YPG’ê Mucahît Akturk û Şervana MLKP’ê Ivana Hoffman li bajarê Baselê bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Şervanê YPG’ê Mucahît Akturk û Şervana MLKP’ê Ivana Hoffman li bajarê Baselê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Di axaftinên di çalakiya bîranînê hatin kirin de bal kişandin ser girîngiya şoreşa Rojava û soza dilsoziya bi şehîdên şoreşa Rojava re hate dayin.
Şervanê YPG’ê Mucahît Akturk (Azad Dêrik) ê ku roja 8’ê Adarê di encama operasyona YPG’ê ku li navçeya Til Temisê ya Kantona Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabûn destpêkirin de jiyana xwe ji dest da û çervana MLKP’ê (Avaşîn Têkoşîn Guneş) Ivana Hoffman a ku roja 7’ê adarê di pevçûnek li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swîsre Baselê bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Çalakiya bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Hoffman û Akturk û şervaên YPJ û YPG’ê yên ku di dîrokêmn cûda de jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin. Tevî xizmên Akturk, nûnerên MLKP û gelek Kurdistanî tevlî çalakiya bîranînê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Şehîd Namirin” û “bijî Serok Apo hatin gotin.”
Pêşî Nûnera PYD’ê ya Swîsreyê Zozan Dêrik axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li Rojava tê meşandin. Dêrik diyar kir ku di têkoşîna Rojava ya ku îro gihiştiye vê astê de para keda gelên din jî ye. Dêrik got: “Îro gel pêşeroja xwe di Şoreşa Rojava de dibînin. Em bejna xwe bi rêzdarî li hemberî Hevala Hoffmann û baweriya ya ku ew anî Rojava ditewînin û em soz didin wê ku wê gel bi hev re jiyaneke wekhev û azad bijîn. Hevala Hofmann wê her tim bi rûkeniya xwe ve di nava têkoşîna me de cihê xwe bigire.”
Piştî Dêrik birayê Dêrikê YPG’yî Erdal Akturk axivî û bal kişand ser têkoşîna birayê xwe û diyar kir ku Dêrik ne tenê şehîdê wan e, şehîdê hemû gelên Kurdistanê ye.
Di bîranê de li ser navê her yek ji MLKP û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê axaftinek hate kirin. Bal kişandin ser piştevaniy enternasyonalîst û soza dilsoziya bi şehîdên Şoreşa Rojava re dan.
Piştî axaftinên hatin kirin sînevîzyona têkildarê berxwedan YPJ û YPG’ê hatibû amadekirin, hate nîşandan û piştre bîranîn bi dawî bû.