Li Îzmîrê kesên ji Newrozê dihatin rastî êrîşa faşîstan hatin
Li Îzmîrê 3 kesên ji pîrozbahiyên Newrozê dihatin rastî êrîşa faşîstan hatin. Polîsan kesên rastî êrîşê hatin binçav kir.
Li Îzmîrê 3 kesên ji pîrozbahiyên Newrozê dihatin rastî êrîşa faşîstan hatin. Polîsan kesên rastî êrîşê hatin binçav kir.
Sê kesên ji pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Gundogdu ya li semta Alsancak a Konaka Îzmîrê vedigeriyan, li derdora Îstasyona Metro ya Bornova rastî êrîşa komek faşîst hatin.
Sê kesên yek ji wan jineke ciwan û temenê wan di navbera 15-17’an de piştî pîrozbahiya Newrozê dema vedigeriyan navçeya Bornova rastî hewldana lîncê ya faşîstan hatin. Koma faşîst bi dirûşma, "Tirkiye Tirk e, wê Tirk bimîne" êrîşî her sê ciwanan kirin.
Polîsên hatin cihê bûyerê kesên rastî êrîşê hatin binçav kirin û mudaxeleyî êrîşê nekir. Hat ragihandin ku alozî didome.