Di pîrozbahiya Newrozê ya Kulu de peyama Ocalan hat silavkirin

Li Kuluyê bi sedan welatiyan bi coşa peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hat xwendin pîroz kirin.

Li Kuluyê bi sedan welatiyan bi coşa peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hat xwendin pîroz kirin.

Li navçeya Kuluyê ya Konyayê bi sedan welatiyên ku li qada Pazarê haten cem hev bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Welatiyên ku bi coşa peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de hat xwendin pîroz kirin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê pankarta “Li dijî nijadperestî û şovenîzmê biratiya gelan” “Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê Newroz pîroz be” hatin daliqandin û bênavber “Newroz pîroz be” “Şehîd namirin” “Bijî Serok Apo” “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Bernamzetên HDP’ê yên Konyayê û hevserokên HDP’ê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Piştre Hevserokê HDP’ê yê Konyayê Nurhal Erkal axivî û êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku li Hesekê li dijî gel pêk anî şermezar kir û wiha got: “Yên ku li dijî gelê me qetlîaman pêk tînin bilav vê yekê baş zanibin ku gelê me ti caran dev ji têkoşîna maf û azadiyê bernade. Peyama Ocalan a li Amedê hate xwendin wê me gaveke din jî nêzîkî aştiyê bike.”

Piştî axaftinan bi sedan welatiyan bi hev re agirê Newrozê pêxist. Newroz bi stranên Hemê Hecî û govendê bi dawî bû.