Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş weke mêvan tevlî civîna Federasyona Rojhilat û Başûrê Rojhilat ên Anatolyayê (Bakurê Kurdistanê) ya ku li Elit World Hotel a li Taksîma Stenbolê bû. Beriya biçe hundirê salonê bersiv da pirsên rojnamevanan û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newrozê de hate kirin. Demîrtaş bi taybet bal kişand ser girîngiya avakirina Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê û got: “Divê xwedî li vê bangê bê derketin. Ji ber ku pêwîstiya lezgîn a hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn aştî ye. Û aştiyeke mayînde jî tenê bi rûbirûnê pêk tê.”
Demîrtaş diyar kir ku divê Parlamento jî tişta ji bo çekdanînê dikeve ser milê wê bike û got: “Em ê bikevin pêvajoyeke ku ji bo aştiya civakî jî û ji bo azadiyan hêviyê dide.” Demîrtaş diyar kir ku wê banga Ocalan a ji di Newrozê de hate kirin hêviyên mezin bike.
Demîrtaş bersiv da pirsên têkildarî daxuyayên Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç ên li hemberî Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û got: “Ka em binêrin wê çi derkeve. Em jî dişopînin. Bi taybet wê helwesta Birêz Serokwezîr çi be, em wê meraq dikin.”