Dema Kûpa Cîhanê ya Qatarê ya bi nîqaş, diyar bû

Di civîna dawî ya Desteya Îdareyê ya Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) de, biryar hat dayîn ku dema Kûpa Cîhanê ya 2022'an a bû mijara nîqaşê, were guhertin.

Şampiyoniya li Qatarê wê di 20'ê Mijdara 2022'an de destpê bike û fînala wê di 18'ê Kanûna 2022'an de pêk were.

Kûpa Cîhanê ya 2022'an ku rê li ber nerazîbûna federasyonên futbolê yên gelek welatan vekir, bi hinceta rewşa avhewayî wê di mehên Mijdar-Kanûnê de were lidarxistin. Maçên kûpayê ku di rewşa asayî de di mehên Hezîran û Tîrmehê de tên lîstin, ne pêkane ku di mehên havînê de li Qatarê werin lîstin.

Li Qatarê di mehên havînê de germahiya hewayê digihêje heta 50 pileyî û di germahiyeke bi vî rengî de ne pêkane ku futbolvan bilîzin.

Li aliyê din, ji ber lîstina maçên Kûpa Cîhanê yên 2022'an di mehên Mijdar-Kanûnê de, dibe ku li 32 welatên beşdarî şampiyonê bibin, maçên lîgê yên neteweyî demeke dirêj werin rawestandin.