Malbatan ji dewleta xizmên wan qetil kiriye hesap pirsin
Li Amed, Êlih, Gever û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan careke din derketin qadan û xwestin winda bên dîtin, kiryar bên darizandin.
Li Amed, Êlih, Gever û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan careke din derketin qadan û xwestin winda bên dîtin, kiryar bên darizandin.
Li Amed, Êlih, Gever û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan careke din derketin qadan û xwestin winda bên dîtin, kiryar bên darizandin. Di çalakiya Amedê de hate gotin ku dadê ji bo kesên di bûyerên 28'ê Adara 2006'an de li Amedê hatin qetilkirin ti tişt nekir û li ber çavên raya giştî delîl hatin windakirin.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 320'emîn li Parka Koşuyolê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin kiyar bên darizandin" hate vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Ligel xizmên windayan rêveberên ÎHD'ê, MEYA-DER û Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de 13 kesên di dema bûyerên Amedê yên 28'ê Adara 2006'an jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Di çalakiyê de Endamê Lijneya Rêveber ê ÎHD'ê Prz. Muhterem Suren axivî û diyar kir ku dadê li hemberî kesên 28'ê Adarê jiyana xwe ji dest dan peywira xwe bi cih neanî. Suren anî ziman ku tenê têkildarî kiryarên Mahsun Mizrak û Enes Ata doz hate vekirin û delîlên van dozan jî li ber çavên raya giştî hatin windakirin û kiryar hatin parastin. Suren da zanîn ku polîsan hêz ji daxuyaniyên Erdogan girtin û wisa êrîş li welatiyan kir.
Birayê Tarik Atakkaya yê ku di bûyerên 28'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da Adîl Atakkaya jî wiha got: "Peydakirina qatilan daxwaza me hemûyan e. Serokê qatilan ê ferman da diyar e. Me berdêl da û em amade ne hê jî bidin. Şehîd namirin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 320'emin bi dirûşma "Bila winda bên ditîn, kujer bên darizandin" pêk anin. Çalakî li qada Gulistanê bi tevlî bûn nûnerên saziyên çivakî yên sîvîl û gelek kesî pêk hat. Di çalakiyê de xizmên windayan pankarta li ser "Bila winda bên ditîn, kujer bên darizanadin" vekirin û wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û kuştin hatin hildan. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagidîr axaftina ewîl kir û diyar kir ku dewleta Tirk heya pirsgireka gelê Kurd neyine cih û karê baş neke wê li hember zilmê li piyan bin û têbikoşin. Endamê ÎHD'ê Îlyas Tarim daxuyanî xwend û anî ziman ku li Tirkiyeyê bi salan e bi hezaran kes di binçavan de hatin winda kirin û kuştin, lê hê dewleta Tirk kujerên diyar ne darizandiyê û hesabê nedaye gelê Kurd.
Tarim, diyar kir ku her çi qas dewleta Tirk li hember van kuştinên ne diyar bê deng bisekinê ji dayikên ku zarokên xwe winda kirine bi têkoşîna bêhempa li kujerên zarokên xwe digerin. Tarim, destnîşan kir ku ev sed sal e ku gelê Kurd bi destê dewletên dagirkeran ve tên tine kirin û bê maf tên hiştin, ji ber vê yekê ew wek komeleya mafê mirovan ti carî destûr nadin binpêkirina mafê mirovan.
Piştî axiftinan listîkvanê şanoyê yên Koma Tov bi lîstika ku çalakiya xizmên windayan dan dan dest derketin pêşberî çalakvanan.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî xizmên windayan û nûnerên ÎHD'ê li Kolana Hunerê hatin cem hev û çalakiya xwe ya hefteya 52'yemîn li dar xistin. Ligel xizmên windayan, nûnerên ÎHD'ê, rêveberên partiyên siyasî û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên hatin windakirin hatin hilgirtin. Nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Muhyettîn Unal di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Piştre çîroka Fahrettîn Şedla ê ku di 24'ê Adara 2008'an de di pîrozbahiyên Newrozê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin hate xwendin. Çîroka Şedal kurê wî yê 9 salî Bariş Şedal ve hate xwendin. Bariş Şedal diyar kir ku di dema bûyeran de bi bavê xwe re di şanişîna malê de bû û di wê demê de polîsan gel raste rast gulebaran kir. Şedal anî ziman ku di wê demê de hin gule li dîwarê mala wan ketin û wiha got: “Em bi lezgînî ketin malê û di wê demê bavê min birîndar bû. Ji zikê bavê min xwîn diherikî. Di wê demê de bavê min ket. Me nezanî em dê çi bikin. Li ser qêrîna me cîranên me hatin û ji bo bavê min bibin nexweşxaneyê ji malê derxistin.
Şedal da zanîn ku polîsan wesayîta bavê wî jî tê de rawestandin û nasname xwestin û wiha axivî: "Di wê demê de polîsan êrîş li kesên di wesayîtê de kir. Ligel bavê min birîndar bû bi qontaxên çekê li serê bavê min da û destûr nedan bibin nexweşxaneyê. Piştî riyên cuda bavê min birin nexweşxaneyê û pişt re sewqî Wanê kirin. 18 rojan hate dermankirin û di 10'ê nîsanê de şehîd ket."
Şedal bilêv kir ku pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin û wiha pê de çû: "Meh û nîv şunda Qeymeqamê navçeyê hate mala me. Got polîsan bavê me nekuştiye. Çend roj şunda polîs hatin mala me. Ji bo dayîka min dozê veneke hewildan çekan bidin me û dayîka min ev yêk qebûl nekir. Dayîka min ji polîsan re got, 'We kuşt. Em dê heya dawî têkoşîna kiryaran peyda bikin bikin' Em li Dozgeriya Komarê ya Geverê serlêdana sûc kir. Lê qatil nehatin dîtin. Li ser vê yêkê me serî li DMME'yê da. Doza me li DMME'yê berdewam dike. Em dê heya dawî doza xwe bişopînin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan li Sumerbanka kevin daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de kiryarên Hasan Ocak ê ku di sala 1995'an de hate binçavkirin û pişt re hate qetilkirin pirsin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmîrê Caner Canli daxuyanî xwend û diyar kir ku Ocak piştî hate binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û ji aliyê "TÎM 3" a ku Bayram Kartal berpirsiyar ve bi îşkenceyê hate lêpirsînkirin.
Canli anî ziman ku malbata Ocak û hevalên wî bi ÎHD'ê re serî li hemû saziyên fermî da û piştî lêgerînekî dem dirêj cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hate dîtin. Canli da zanîn ku 20 salin ji bo kiryar bên dîtin malbat, parêzer û parêzvanên mafên mirovan têkoşînê dikin lê tu persiv nehatin girtin.