Kongreya Ciwanên Azad didome
Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Ayla Akat Ata ya di 2. Kongreya Ciwanên Azad de axivî got, “Divê êdî parastina parçeyan nekin, eger ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan divê em vê veguherînın ruhê neteweyî."
Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Ayla Akat Ata ya di 2. Kongreya Ciwanên Azad de axivî got, “Divê êdî parastina parçeyan nekin, eger ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan divê em vê veguherînın ruhê neteweyî."
2. Kongreya Ciwanên Azad a bi dirûşma, “Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn” li bajarê Koln ê Elmanyayê destpê kir, didome. Di kongreya ku peyama Ocalan jî hate xwendin, Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Ayla Akat Ata got, “Divê êdî parastina bi parçeyan nekin, eger ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan divê em vê veguherînın ruhê neteweyî."
Ciwanên Azad 2. Kongreya xwe li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk tîne. Di kongreyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan nivîsandibû hat xwendin. Ciwanan bi dirûşma, “Bijî Serok Apo” peyam pêşwazîkirin.
Piştî peyamê Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Ayla Akat Ata axaftinek kir. Ata ya bi Kurdî axivî got, “Eger ez îro bi Kurdî diaxivim, ev di serî de bi saya dayikên aştiyê yên li Êlihê û gelê me ye.”
Ata Got ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekane felsefeya ku nefesê bide Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir, “Eger em bixwazin vê felsefeyê bijîn û belav bikin di serî de ciwanên Kurd divê her kes xwe perwerde bike û karibe bibe nûnerê vê felsefeyê.”
Ata anî ziman ku heta Kongreya Neteweyî kom nebe û Kurd nebin yek avakirina parastineke hevpar zehmet e û got, “Divê êdî parastina bi parçeyan nekin, eger ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan divê em vê veguherînın ruhê neteweyî.”
Ata têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî axivî û got ku çawa li Kobanê bi ser ketine wê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de jî bi ser kevin.”
Ata axaftina xwe bi gotina, “Ya mirin, ya azadî” bi dawî kir.