Polîsan xwendekarên rastî êrîşa nîjadperestan hatin binçav kirin

9 xwendekarên Kurd ên duh rastî êrîşa komek nîjadperest hatin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin

9 xwendekarên Kurd ên duh rastî êrîşa komek nîjadperest hatin ji aliyê polîsan ve  hatin binçavkirin

9 xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Uludag dixwînin û duh rastî êrîşa komek nîjadperestên ku xwe wek "Genç Atsizlar" bi nav dikin hatin, îro ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ciwanên rastî êrîşê hatin tevî ku gilî jî kirin ti lêpirsîn nehatin kirin, 9 xwendekar ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Xwendekaran diyar kirin ku polîs li ber malên sekinîbûn û her kesê derdiket binçav kirin. Xwendekarên di bin çavan de hê jî li Qereqola Beşevler in.