Meclîsa Çilan li Sûrê civiya
Civîna Meclîsa Çilan (Kirklar Meclîsî) ku beriya 3 salan li Şaredariya Sûrê hate damezrandin pêk hat.
Civîna Meclîsa Çilan (Kirklar Meclîsî) ku beriya 3 salan li Şaredariya Sûrê hate damezrandin pêk hat.
Civîna Meclîsa Çilan (Kirklar Meclîsî) ku beriya 3 salan li Şaredariya Sûrê hate damezrandin pêk hat.
Ev meclîs ji rûspiyên ji ol, netewe û çandên cuda ên vî bajarî pêk tê. Di destpêka civînê de Hevşaredarê Sûrê Seyid Narîn axaftina vekirinê kir û piştî silavkirina endamên meclîsê rojeva ku wê di civînê de were nîqaşkirin wiha rêz kir:
1- Xebatên Mehekê ên şaredariya Sûrê bi meclîsê re hate parvekirin.
2- Pirsgirêkên hene hatin nîqaşkirin
3- Hin hevalên nû tevlî meclîsê bûn
4- Rewşa gelê me yê Şengal û Rojava ên ji ber êrîşên çeteyan ji cih û warê xwe dûr ketine û xwe li vî bajarî girtine hate rojevê.
5- Daxwaza avakirina komîsyonekê hate kirin
6- Daxwaza bangeke ji bo Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hate kirin, ji bo sînorê xwe ji Rojava re veke û bibe alîkar ku bikaribe li ser piyan raweste.
7 - Daxwaza vegerandina navên berê yên bajarê Amedê û hin kolanên wê hate kirin. Her wiha hate daxwazkirin ku navê hin kolanan were guhertin û navên nû li wan werin kirin.
XEBATÊN ŞAREDARIYÊ
Hevşaredar Seyid Narîn li ser xebatên şaredariyê rawestiya û agahiyên mehekê yên xebatên Şaredariya Sûrê bi meclîsê re parve kir û wiha got: “Dibe ku zêde hûn xebatên me li ber çavên xwe nebînin, ji ber bi rastî xebatên me yên herî zêde niha ji bo gundan tên kirin. Ev gundên me yên ku bi dehên salan ji aliyê desthilatiyên din ve hatibûn piştguhkirin û jibîrkirin. Hin gundên me hene ku bi dehên salan berê ti xebat ji wan re nehatibûn kirin. Niha herî zêde em girîngiyê didin xebatên binesaziyê.”
Her wiha Narîn di axaftina xwe de li ser kampanyayên ji bo gelê me yê Rojava rawestiya û spasiya gelê Amedê ji bo piştgiriya wî di hemû kampanyayan de kir. Narîn di axaftina xwe de her wiha agahiyek derbarê kampanya nû ya ji bo Kobanê kir û got ku niha amadekariya xwe dikin ku 10 kamyon arvan bişînin Kobanê, heta niha 5 kamyon peyda kirine lê divê meclîs jî bibe alîkar da ku heta dawiya hefteyê karibin 10 kamyonên xwe temam bikin û bişînin Kobanê.
PLAKET JI BO DEMÎRBAŞ HATE PÊŞKÊŞKIRIN
Piştî nîqaşa der barê vê rojevê de şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî ku roleke girîng di avakirina vê meclîsê de lîstibû tevlî civînê bû û axaftinek kir. Beriya axaftinê li ser navê Meclîsa Çilan plaketek spasiyê ji bo Demîrbaş hate pêşkêşkirin. Demîrbaş di axaftina xwe de spasiya endamên Meclîsa Çilan kir û got, “Bi rastî rûmeteke mezin e, ji bo min ku ev plaket hate diyarîkirin, lê ez wê ne wekî diyariya ji xwe re ji bo hemû endamên meclîsê re qebûl dikim; ji ber endamên vê meclîsê xwediyê ked û xebatên hêja ên hatine kirinin.
Di dawiya civînê de hin endamên meclîsê jî mafê axaftinê girtin, li ser daxwaz û pêşniyarên xwe rawestiyan.
Endamekî meclîsê yê (DOM) ê Amedê Mehmet Demîr li ser pirsgirêkên Domên Amedê (Roman) rawestiya û daxwaza alîkariyê kir. Demîr xwest ku firsendên kar ji ciwanên wan re werin peydakirin ji ber ku ew naxwazin jiyana xwe bi parsê berdewam bikin. Li ser vê daxwazê pêşniyara avakirina komîsyonek ji 5 kesan hate kirin û ew komîsyona hate avakirin wê mijarê bişopîne û vê pirsgirêkê bi hemû şaredarî û saziyên sivîl ên bajar re parve bike.
Her wiha endamekî din ê meclîsê guhertina navê hin kolanan pêşniyar kir û pêşniyara wî hate dengdan û qebûlkirin û wê her endamek pêşinyarên xwe di civîna bê de bi nivîskî ji meclîsê re pêşkêş bike.