‘Ji Kizildere heta Rojava têkoşîn didome’
Meclîsa Ciwanan a HDK’ê ya Kadikoy, di 43. komkujiya Kizildere de Mahîr Çayan û hevalên wî bi meşeke li Kadikoy bibîr anîn.
Meclîsa Ciwanan a HDK’ê ya Kadikoy, di 43. komkujiya Kizildere de Mahîr Çayan û hevalên wî bi meşeke li Kadikoy bibîr anîn.
Meclîsa Ciwanan a HDK’ê ya Kadikoy, di 43. komkujiya Kizildere de Mahîr Çayan û hevalên wî bi meşeke li Kadikoy bibîr anîn. Ciwanên dirûşma, “Kizildere ne dawî ye, şer didome” berz kirin, destnîşan kirin ku ji Kizildere heta Rojava li hember faşîzmê têkoşîn pêş ketiye.
Meclîsa Ciwanan a HDK’ê ya Kadikoy, di 43. komkujiya Kizildere de pêşengê nifşê 68’an Mahîr Çayan û hevalên wî li Kadikıoy bi meşekê bibîr anîn. Di meşa ku Kaldiraç jî piştgirî da, pankarta li ser wêneyên Mahîr Çayan û hevalên wî hebû ya, “Ji Kizildere heta Rojava têkoşîn didome” hat vekirin. Girseya ji cadeya Bahriye heta Parka Mehmet Ayvalitaş û ji wir jî heta Peykerê Boga meşiya dirûşmên, “Mahîr Çayan di şerê me de dijî”, “Mahîr, Huseyin, Ûlaş heta rizgariyê şer”, “Dewleta Qatil wê hesab bide”, “Soza me daye wan wê şoreş be”, “Kizilldere ne dawî ye, şer didome” berz kirin. Girseyê li Parka Mehmet Ayvalitaş ji bo şoreşgerên hatin qetilkirin deqeyek rêzgirtin pêk anî û paşê li ber Peykerê Boga yê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin kom bûn. Li vir li ser navê girseyê endama Meclîsa HDK’ê ya Kadikoy Ezgî Yorukoglu daxuyanî xwend.
‘TÊKOŞÎN BI SERKETINA KOBANÊ TACÎDAR BÛ’
Yorukoglu got ku rêya Kizildere rêya piştevaniya bi gelên bindest re ye, kesên mîrasa Mahîr Çayanan hilgirtine, li Kobanê bi gelê Kurd re mil bi mil şer dikin. Yorukoglu wiha dewam kir: “Tevgera Azadiya Kurd îro di têkoşîna şoreşê ya Tirkiye û cîhanê de cihekî girîng dadigire. Têkoşîna ku gelê Kurd bi salan li hember komkujiyan pêk tîne, îro li Kobanê bi serketina li dijî DAIŞ’ê tacîdar bûye.”